Jans diyar kir ku bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd re hemû planên hêzên li gorî berjewendiyên xwe yên aboriyê destekê didin DAIŞ'ê ji holê rabûne û destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa (YE) di vê pêvajoyê de dereng maye û bi şaşitî tevgeriya ye. Jans da xuyakirin ku DAIŞ, di çarçoveya berjewendiyên aborî de ji bo li hemberî sîstemên alternatîf ên li Rojhilata Navîn bê bikaranîn hatiye avakirin û destek jê re hatiye dayîn û anî ziman ku di rewşa heyî de DAIŞ ketiye rewşeke êdî nabe bê kontrolkirin. Jans ji bo armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî got, "Dixwaze modeleke alternatîf a azadîparêz a li Rojhilata Navîn ava dibe tine bike û çavkaniyên petrolê bixe destê xwe."


PKK xurt e

Jans ragihand ku piştî DYA ji şerê Iraqê encamên neyînî wergirt û nekarî ya dixwaze li Rojhilata Navîn pêk bîne bixe meriyetê, niha tê xwest hevsengiyên nû yên hêzê bên avakirin û ragihand ku li hemberî Kurdên li herêmê veguherîne hêzeke mezin, gefa DAIŞ'ê hatiye derxistin. Jans got, "Lê belê DAIŞ wê ji sedî sed li hemberî PKK'ê têk biçe"  û destnîşan kir ku ji ber Kurd xwedî tevgereke îdeolojîk in, yên li ser navê Îslama sexte şer dikin, diyare wê winda bikin. Jans da xuyakirin ku YE û hêzên navneteweyî piştî komkujiyên li Başûrê Kurdistanê dest bi nîqaşkirina DAIŞ'ê kirine û bibîr xist ku ev rêxistina terorê berî demeke dirêj li Sûriye û Rojava êrîş dikir û got, "Helwesta ku Yekîtiya Ewropa niha nîşan dide, helwesteke gelekî derengmayî ye." Jans bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku helwesta xwe ya li hemberî DAIŞ'ê zelal bike.

Sîstema Rojava qenc e

Jans piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê bal kişand ser komkujiyên li bawerî, çand û gelên cuda hatin kirin û anî ziman ku tevî van hemûyan jî di çarçoveya feslefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de sîstema ji aliyê Kurdan ve li Rojava hatiye avakirin ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn alternatîfa yekane ye. Jans da zanîn ku sîstema li Rojava hatiye avakirin li sîstema Swîsreyê tê û destnîşan kir ku pêwîste ev model ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve bê destekkirin û parastin.

Şaşîtiya lîsteyê hat dîtin

Jans nîqaşên li ser derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ku bi pêşketinên dawî re zêde bû nirxand û diyar kir ku ev demeke dirêj e ragirtina PKK'ê li nava lîsteya 'terorê' bêwate ye. Jans got, "Helwesta PKK'ê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê nîşan da, careke din nîşan da ku biryara Ewropayê şaş e. Îro li Ewropayê tê xwestin ku ji ber şerê li dijî DAIŞ'ê destek ji Kurdan re bê dayîn. Balkêş e tevgera ku dixwazin destekê bidin wê, hînê di lîsteya terorê de ye! Ev rewş bi awayekî zelal nîşan dide ku biryara beriya bi salan hatiye dayîn bi tenê di berdêla peyamnên berjewendiyan ên bi Tirkiyeyê re hatiye dayîn e. Bi dîtina min êdî dem hatiye dawî li vê biryarê bê anîn." Jans bibîr xist ku Swîsreyê PKK nexistiye lîsteya terorê û ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê amadekariyan dike ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê pêşniyarnameyekê pêşkêşî meclîsê bike."

ANF/BASEL