Rêxistinên kardêr ên Amedê, diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona malên şînê hatine girtin û wekî din jî wan wiha hişyar kir: “Divê dawet neyên li dar xistin. Zarok, kal û pîr dernekevin derve.”

Nûnerên Borseya Bazirganiyê ya Amedê (DTB), Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB), Odeya Pîşesaz û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB), derbarê tedbîrên bên girtin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Rêxistinan ji bo ku vîrûs belav nebe wiha hişyar kir:

  • Malên şînê, ji 17’ê Adarê ve heya fermana duyenîn hatin girtin. Di vê çarçoveyê de, divê serdanên malên şînan neyên kirin û welatî bi telefonan peyamên xwe yên sersaxiyê ragihînin.
  • Divê dawet û piştevahiyên civakî yên mîna dawetan li malan an jî li derve neyên lidarxistin.
  • Welatiyên 65 salî yên dikevin koma bi rîsk de, divê ji bilî rewşên lezgîn ji malên xwe dernekevin.
  • Divê ji bilî rewşên lezgîn zarok ji malê dernekin.
  • Ji ber ku vîrûs bi rêya hewayê û têkiliyên nêz belav dibe, divê mirov ji hev dûr bisekinin.
  • Divê mirov tim destên xwe bişon û girîngiyê bidin paqijiyê.
  • Lazim e dikandarên me yên Amedê, girîngiyê bidin paqijiya xebatkar û kargehên xwe.”

 

 MA/AMED