
YPG: 8 şervanên me şehîd bûn
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaniyek bêhempa nîşan daye, di encama vê berxwedanê de herdu gund bi temamî hatin paqijkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê berxwedanê de 8 şervanên YPG-YPJ’ê ku di nava wan de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Hêvîdar Dara jî hene, jiyana xwe jidest dane.
Di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana “şehîdan” hate dayîn û ev tişt hatin gotin: “Em wekî rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soz didin şehîdên xwe yên leheng ku emê tola wan hildin û li ser xeta wan a ji bo azadiya gel û parastina herêmê bimeşin. Di daxuyaniyê de nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe jidest dane jî hatin eşkerekirin.
Nasnameyên 8 şervanan wiha ne: Besna Xalid (Hêvîdar Dara), Ehmed Emîn (Agirî), Hozan Şêxmus (Berxwedan), Warşîn Emîn (Cûdî), Rênas Emîn (Rojdem), Nebîxe Ehmed (Arjîn), Kamuran Bekir (Kamuran), Qasim Kutê (Qasim).
Cenaze hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Nabixe Ehmed (Arjîn), Warşîn Emîn (Cudî), Qasim Kutê (Qasim), Hozan Şêxmus (Berxwedan) û Kamuran Bekir (Kamuran) ku duh di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîdan a Rustem Cûdî hatin definkirin. Cenazeyê Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Besna Xalid (Hêvîdar Dara) ku di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû jî, ber bi Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê hate definkirin.
TIL TEMIR
Çeteyan sivîleki qetil kir
Komên çete yên ku duh êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên Til Temir kirin, li gundê Xêbiş welatiyê ereb ê bi navê Îbrahîm Fewaz Salih bi hovîtî kuştin û mala wî şewitandin.
Li gorî agahiyên ku malbata Îbrahîm Fewaz Salih dane, dema komên çete 20’ê mijdarê êrîşî gund kirin, bi ser mala wan de jî girtin. Çeteyan bi hinceta ku piştgiriya kurdan dike, Salih bi awayekî hovane kuştin û piştre jî mala wî şewitandin. Piştî ku bi bersivdayîna hêzên YPG’ê çete ji gund hatin derxistin, cenazeyê Îbrahîm Fewaz Salih jî, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Cenaze li goristana gund hate definkirin.