Di demekê de ku gefên li dijî rejîma Sûriyeyê zêde bûn û Yekitiya Ewropayê rê li ber biçekirina muxalefeeta Sûriyeyê vekirin, dîsa Rûsyayê kete dewreyê. Rûsyayê ji bo piştgiriya rejîma Beşar Esed fûzeyên S’300 dide rejîma Sûriyeyê.
Ev çek li hemberî gefên Amerîka û Yekitiya Ewropayê yên wekî ferzkirina qedexeya firînê hatin kirin. Wekî tê zanîn fûzeyên s300 ên rûsî xwedî gelekî taybetiyên pêşketî ne û wekî patriotên Amerîkayê ne. Rejîma Sûriyeyê dikarin bi riya van fûzeyan hem êrîşî balafirên biyanî bike hem jî êrîşên bi fûzeyan ên li dijî welatê xwe bêbandor bike.
Koalisyon berfireh dibe
Koalisyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyeyê di encama zextên welatên Roajava û Amerîkayê de neçar man ku ji bo amadekariya tevlêbûna komcivîna Cenevreyê koalisyonê berfireh bikin û rê li ber hin aliyên din ên muxalefetê vekin ku bikaribin temsîla gelê Sûriyeyê bikin.
Wekî destpêkê di civînên koalisyonê ên li Stenbolê de biryar hate girtin ku hin kesyaetên lîberal ên wekî Mîşêl Kîlo jî tevli Koalisyonê bibin û hinekî desthilatdariya Biryên Misilman kêm bibe.
Wekî tê zanîn komcivîna Cenevre 2 bi pêşkêşiya Rûsya û Amerîkayê tê lidarxistin û heta niha hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku ew amade ye tevli vê civînê bibe û hin aliyên muxalefetê ên jî dan xuyakirin ku dê tevli civînê bibin.
Wekî tê zanîn heta niha Koalisyona Niştimanî hêzên ku bi rastî Kurdan temsîl dikin û di bin banê hevrêziyekê de Desteya Bilind a Kurd ava kirine li derveyî vê Koalisyonê hiştine. Li gorî daxuyaniyên ji bo tevlêbûna komcivîna Cenevreyê heta niha hêzên wekî Koalisyonê, Hevrêziya Niştimanî, Desteya Bilind a Kurd û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê dê tevli civînê bibin.
Ji bo Îsraîlê hişyarî
Serok Komara Sûriyeyê Beşar Esed dewleta Îsraîl hişyar kir û got ku heke Îsraîl êrîşek hewayî pêk bîne ew dê bersivê bidin.
Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji televîzyona El Manar ya li Lubnanê weşanê dike û nêzî Hizbûlahê tê zanîn axivî û da zanîn ku ji bo li dijî Îsraîlê li Girên Golan şer bidin destpêkirin “zexta gel” heye.
Esed di hevpeyvîna li gel televîzyonê destnîşan kir ku, dibe ji welatê Rûsyayê sîstema parastina hewayê S-300 anî bin jî.
Beriya vê Îsraîlê ragihandibû ku, fuzeyên parastina hewayê yên Rûsyayê li dijî welatê wan gefekî mezine.
Esed di derbarê civîna li Cenewreyê jî aşkera kir ku eger pêş şertek neyê ferz kirin rayedarên hikûmetê dê tevli konferansa ji bo Sûriyeyê aştî ya bipiştgiriya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û Rûsyayê ve tê amadekirin bibin.
Girên Golan ku stratejîkin Îsraîlê di sala 1967’an de dagir kiribûn û ev herêm di sala 1981’an de berdabûn bi ser xaka xwe ve.
ŞAM