DENÎZ ÎKE / AMED
Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li Kurdistanê piştî tayînkirina qeyûman di serî de Amed, Wan û Mêrdînê rê li ber nerazîbûn û bertekên gel vekir. Hema bêje zarok, ciwan, jin û kalepîr zend û bendên xwe badan û li van bajaran daketin kolanan. Di van çalakiyan de herî zêde dayikên laçikspî balê dikişînin ser xwe. Ji van dayikan yek jê jî dayika Aklîme Hanas e ku bi berxwedana xwe bûye sembol û pêşenga çalakvanan. Hanas, di dema greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî di her çalakiyê de cihê xwe digirt û bi dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ cihê xwe di mejiyê mirovan de girt. Hanas, bi dengê xwe yê xweş û dirûşmeyan li qada çalakiyê deng vedide.
Aklîme Hanas kî ye?
Aklîme Hanas di sala 1962’an de li gundê Karwaz yê Lîcê hatiye dinyayê û tevahiya zarokatiya xwe li Karwazê (Yalaza) derbaz kiriye. Hanas, hîna di temenê xwe yê 15 salî de tê zewicandin û weke bûk diçe gundê Bomintê (Kutlu). Hanas, heta sala 1993’an li Bomintê di nava şert û mercên zehmet de dimîne. Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1993’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Bomint yê Lîcê jî yek ji van gundan e. Hanas, di sala 1993’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Piştî vê yekê Hanas, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Sûra Amade bike. Ji wê rojê heta niha Hanas bi malbata xwe re li Sûrê dimîne. Hanas dayika şeş zarokan e û niha li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîrê dimîne.
‘Ez ê li mafê xwe bigerim’
Hanas li ser mijara qeyûman axivî û diyar kir ku qeyûm weke berê bi bendan û dîwaran dor li şaredariyê girtiye û got: “Di nava 5 mehên dawîn de xelkê Amedê xizmet dît û deriyê şaredariyê ji gel re hate vekirin. Di dema HDP’ê de şaredarî ya gel bû. Niha şaredarî hatiye dorpêçkirin û mirov nikare bendan derbas bike û biçe şaredariyê. Em heta kengî bêdeng bimînin. Ger ku em li dijî qeyûman bêdeng bimînin, wê sibê qeyûm tayînî mala me jî bikin. Kezeba min dişewite. Ez ji bo mafê xwe li vir im. Ez ê heta dawî li mafê xwe bigerim. Ez di rêya heq de dimeşim. Ez ne diz im, Min heqê kesî desteser nekiriye. Lê yên heqê min desteser bikin jî ez ê heta dawî li mafê xwe bigerim. Divê tu kes li dijî desteserkirin û diziyê bêdeng nemîne.”
‘Bi erdê re em hatin kaşkirin’
Ji dayikên laçik spî yên berî çend rojan li ber avahiya AKP’a Amedê bi îşkenceyê hatibûn destgîrkirin, Hanas jî hebû û wiha qala êrîşa polîsan kir: “Em 11 dayikên laçikspî berî çend rojan çûn li ber derê avahiya AKP’ê û li wir ji bo aştiyê me xwest em rûnin. Çawan ku em gihan ber derê avahiyê, polîsan dor li me girt û êrîşî me kir. Polîsan em bi erdê re kaşkirin û em destgîrkirin.