
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rewşa dawî ya Tirkiyeyê, hevkariya AKP-MHP’ê û zextên li dij HDP’ê ji ANF’ê re nirxandin. Bayik destnîşan kir ku di encama hevkariya AKP û MHP’ê de parlementerên HDP’ê hatine girtin û bi vê yekê re pêla faşîzmê bilînd bûye. BAyik got, “Li Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Dewlet Bahçelî mil dane hev, dixwazin li Tirkiyeyê faşîzmê bipêş bixin û saz bikin. Ji bo vê yekê jî kîjan astengî li pêşiya wan hebe dixwazin ji holê rakin.”
Bayik bang kir ku tu kurd, demokrat, rewşenbîr, nivîskar û her kesê li dij faşîzmê piştgiriyê nedin polîtîka û kirinên Erdogan-Bahçelî. Bayik destekdayin wiha pênase kir: “Yên destekê didin faşîzmê divê li rasta helwestê werin. Yên ji kirinên Erdogan-Bahçelî re bêdeng bin, her wiha yên destekê bidin wan bi tu awayî nabin welatparêz, demokrat, sosyalîst, lîberal, reşwenbîr, nivîskan û hunermend.”
Bila kes reşbîn nebe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik bal kişande şerê taybet û propogandayên şerê psîkolojîk û wiha got: “Di nava civakê de propogandaya ji aliyê MIT’ê ve tê plan kirin û ji aliyê hin hevkarên AKP û MHP’ê yên nijat Kurd ve tê meyandin. Dixwazin bîr û hişê mirovan tar û mar bikin. Dixwazin mirov bikevin dudiliyê û bê têkoşîn bimînin. Divê ji vê yekê re civak baldar be. Guh nedin van propogandayan. Armanca wan belavkirina netewebûna Kurd e. Yên bikevin bin bandora van propogandayan wê xizmeta faşîzma AKP-MHP’ê bike. Pêwiste kes reşbîn nebe, berovajî divê xwe birêxistin bikih û têkoşînê bilind bikin. “
Pêwistî bi têkoşîna alternatîf heye
Bayik destnîşan kir ku di têkoşîna li dij faşîzmê de wezîfeya mezin dikeve ser milê ciwan û jinan. Her wiha berpirsiyarî dikeve ser milê rewşenbîr, hunermed, rojnamevan û her beşên civakê û bawariyan. Bayik destnîşan kirku heger herkes bi erkê xwe rabê û yên ji vê rejîmê bêzar yekîtiya xwe biafirînin ev rewîm wê nikaribe li ser lingan bimîne û wê birûxe. Bayik diyarkir ku hewl didin nîşan bidin ku desteka hikûmeta AKP’ê ya navneteweyî heye lê ev yek ne rast e û divê kes bawer neke.
Bayik hewldanên AKP-MHP’ê yên destûra nû jî mîna hewldana sazîkirina makezagona faşîzmê binav kirin.
Bayik diyar kir ku Erdogan Rewşa Awarte kiriye weke çekekê û wiha domand, ‘’Ti rewabûna Rewşa Awarte nîn e, nikare hebe jî. Erdogan bi xwe spartina Rewşa Awarte, gavavêtinên wî, bêhçikandina cviakê ji hêla kesekî ve nikare rewa were dîtin. Berevajî vê, li dijî vê rewabûna têkoşînê heye. Divê êdî Rewşa Awarte û kirinên wê werin nasîn. Li dijî vê divê têkoşîn were dayin.”
Kurd bi kulîlkan wan pêşwazî nakin
Cemîl Bayik li ser gotinên ku di van rojên dawîn de dibêjin wê bi ser Qadên Parastina Medyayê de operasyon werin kirin, gito, li gel destekên ku Erdogan wê bistîne jî wê nikaribe bi PKK’ê û wiha domand: ‘’Heke bikaribe PKK’ê ji holê rake wê qira Kurdan bîne. Wê rejîma xwe ya faşîst sazûman bike. Erdogan bi vê, wê daxwiyê li xwe bîne, weke Hîtler. Nikare PKK’ê tine bike, ev hêza wî nîn e. Hemû derfetên Tirkiyê bi kar bîne jî, hin hêzên navdewletî, hin hêzên herêmî û bi ser de hin Kurd jî destekê bidinê, nikare vê pêk bîne, têrê nake. Ji ber ku PKK tevgereke wiha ye ku bûye ya civakê. Di hiş, dilê hemû Kurdan, demokratan, welatparêzan, sosyalîstan de rûniştiye. Erdogan ku dixwaze PKK’ê tine bike, divê hemû Kurdan qir bike, divê hemû çewisandiyan qir bike. Xwedêgiravî van demên dawî dibêjin ew ê operasyonê bînin ser Qendîlê. Ku ji wan were bila werin. Gelê Kurd jî wê bi kulîlkan wan pêşwazî nekin. Belkî di dîrokê de têkşikîna herîm ezin bijîn. Divê her kes vê wiha bizanibe.’’
PKK nahêlê faşzîma AKP-MHP saz bibe
Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, ku her kes destekê bide vê têkoşînê wê biçe serî û bi ser bikeve û wiha domand: ‘’Ti kes ji derewên Erdogan û MHP’ê bawer nake. Tirkiye heta ku ji van xilas nebe, li Tirkiyê demokrasî, azadî, dadmendî nayê jiyîn. Siberoja ti kesekî wê ne ewlehiyê de be. Ji bo vê ewlehiya kesekî nîn e.Di vê mijarê de divê her kes baş bi vê bizanibe; PKK ti caran wê destûrê nede ku Erdogan-MHP li Tirkiyê faşîzmê sazûman bikin. Di vê mijarê de çi dest were, wê were kirin. Divê her kes vê baş bizanibe. PKK ne tenê ji bo xwe, ne tenê ji bo Kurdan têdikoşe. Ji bo mirovahiyê, ji bo demokrasî, azadî, dadmendiyê têdikoşe, ev têkoşîna her kesî ye. Divê her kes destekê bide vê têkoşînê, wê demê serketin teqez e. Li ser vê zemînê ez serketina mezin ji her kesî re dixwazim.’’
ANF / BEHDÎNAN