Nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn li ser dîroka kurdan, polîtîkayên dewletê ya înkar û tunekirinê gelek lêkolîn kiriye. Nivîskar Tekîn vê xebata xwe bi rêzepitûka Ozgurleşen Ruhlar a ku li ser Tevgera Gerîlayên Kurd ji Weşanên Belgeyê derxist. Nivîskar Tekîn niha jî bi xebata ku li ser Tevgera Jinên Kurd daye destpêkirin hewl dide rêzepirtûkên xwe bidomîne. Tekîn ji bo pirtûkê bi kadroyên pêşng ên tevgera kurd ên jin re hevdîtin pêk anî û li Qendîlê bi gerîlayên jin re hevpeyvîn pêk anî. Her wiha bi jinên kurd ên ku li ser navê "KCK'ê" hatibûn girtin re jî hevdîtin pêk aniye. Tekîn di pirtûka amade dike de cih dide ev hevdîtin û hevpeyvînên ku pêk aniye.


'Kurdî qedexe kiribûn'

Tekîn a ku ji mamostetiya almanî teqawîtbûye derbarê xebatên xwe de got ku ev 20 sal in li ser polîtîkayên tunekirin û înkarê ya dewletê lêkolîn kiriye û heta niha 7 pirtûk amade kiriye. Tekîn anî ziman ku wê dixwest pirtûkên xwe bi kurdî binivîsîne lê ji ber ku hatiye asîmîlekirin nikarîbû bi kurdî binivîsîne û wiha got: "Li dibistanê kurdî li me qedexe kiribûn. Ji bilî tirkî hemû ziman hatibûn qedexekirin. Zimanê tirkî li ser me ferz dikirin. Bifikirin zarokek 5-6 salî qet tirkî nizane lê wê dikin tirk."


Fêmkirina polîtîkayên înkarê 

Tekîn anî ziman ku zext û zordariya li ser zimanê zikmakî hişt ku ew têkeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha domand: "Pirsên li ser zimanê zikmakî di hişê min de bi cih bibûn hişt ku ez li ser zimanê zikmakî dest bi xebatê bikim. Wextê ku xebatên min ên li ser ziman berdewam dikir min dîroka xwe nizanîbû. Wextê ku min çavek li dîroka xwe gerand û bi polîtîkaya tunekirin û înkarê ya dewletê re rû bi rû mam. Li ser vê yekê min li ser polîtîkaya tunekirin û înkarê ya dewletê dest bi lêkolînê kir."


'PKK li Rojhilata Navîn bûye pêşeng'

Tekîn bilêv kir ku polîtîkayên dewletê yên tunekirin û înkarê du rewşên cuda derxistiye holê. Tekîn anî ziman ku yek jê ev polîtîk bû hêza derbê ya dewletê û ya din jî derketina tevgera PKK'ê ye. Tekîn da zanîn ku tevgera PKK'ê li Rojhilata Navîn pêşengiyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberî vê polîtîkaya dewletê li Kurdistanê têkoşîn hat destpêkirin. Îro ev têkoşîna bi PKK'ê re destpêkiriye bandorê li ser Rojhilata Navîn dike. Ji ber ku PKK tevgera gel e heta niha têk neçûye û têkoşîna xwe didomîne." 


 DİHA/ÎZMÎR