Konê mertalên zindî yên Xanesorê hate danîn, çalakî berdewam dike. Sazi û rêxistinê Şengalê û Kongra Star a Rojava jî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew çeteyên PDK’ê li Şengalê naxwazin û bêguman wê xeta berxwedanê ser bikeve. Jinên Şengalê, dayik û jinên Kantora Cizirê hatin, ji heft salî heya heftê salî gel di konê berxwedanê de ne.
Çalakiya îro bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkir. Piştre li ser nava Tevgera Jinên Azad Êzîdxanê (TAJÊ) Laleşîn Malik, li ser navê Kongra Star a Cizîrê Mîra Zorî, li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Hacî Hesen, li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ên Qamişlo Şemsixan Gulo axaftin kirin û cejna Newrozê li gel pîroz kirin.
Di dawiyê de bang li komên qaşo xwe mîna pêşmergeyên Rojava binav dikin hate kirin ku nekevin bin xizmeta dijminên wekî Erdogan-Barzanî de, bila li gel berxwedana Rojava û Şengalê cihê xwe bigirin , dijminan bin bixin û wiha gotin: “Em ê Şengalê ji çeteyên PDK’ê û dijminan biparêzin, çawan roja yekemîn heya niha gelê Rojava Şengal bi tenê nehiştin, em ê heya dawiyê Şengalê biparêzin. Bedela wê çi dibe em amade ne, lê wê çeteyên PDK’ê ser axa me ya pîroz nemînin.”
Axaftin bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Nazê Namirin”û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.
Çalakvanan navbera nîvro dan wê piştî nîvro Meclîsa Avaker a Şengalê çalakiya mertalên zindî dewir bigirin.
ANF/ŞENGAL