Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê darvekirina damezrînerên Komara Kurd a Mahabadê li meydana Çarçira bi tundî şermezar kir û diyar kir, ew li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyama: “Ragihandina Komara Kurdistanê biryarek siyasî û civakî ya wêrek bû” da.
KCK’ê da zanîn, ya ku di sedsala dawî de li rêberên Kurdan hat kirin, eynika rastiya Kurd û Kurdistanê ye û wiha dewam kir: “Polîtîkaya îdam û qetlkirina rêberên Kurdan, encama polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Beriyaniha bi 69 salan, darvekirina Qazî Mihemmed û hevalên wî, pêkanîna fermana qirkirinê ya li hemberî Kurdan bû. Heta ku polîtîkaya darvekirin, qetilkirin û rizandina li zîndanan a li hemberî rêberê Kurdan tê meşandin neyê terikandin, wê polîtîkaya qirkirina Kurdan jî her dewam bike.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber da xuyakirin, ku Qazî Mihemmed, ji ber ku têkoşîna xwerêvebirina gelê Kurd meşand û li ser vê bingehê komar ragihand, hat îdamkirin.
Daxuyaniya KCK’ê wiha dewam kir: “ Polîtîkaya îdamê ya li Îranê li hemberî Qazî Mihemmed û hevalên wî hat meşandin, bi komployên li dijî Qasimlo û Şerefkendî dewam kir. Bêguman darvekirin, komplo û zîndanan li ti parçeyê Kurdistanê nikarîbûn pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Di roja îro de ne tenê ciwanên Kurd, gelê Kurd bi xwe bûye fedaî. Darvekirinan, qetilkirinan, komployan û zîndanan, daxwza ciwan û gelê Kurd a bi azadî û demokrasiyê xurtir kirine. Têkoşîna ji bo bicihanîna hesret û daxwaza Qazî Mihemmed îro li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Ev yek nîşaneya vê rastiyê ye.”
‘Bersiv biryardariya azadiyê ye’
KCK’ê pêşengên serhildan û têkoşînên Kurdistanê yên ji aliyê mêtîngeran ve hatin qetilkirin tev bibîr anîn û wiha berdawamî da daxuyaniya xwe: “Darvekirina Qazî Mihemmed, Şêx Seîd û Seyîd Riza, ji bo ciwan û gelê Kurd îro bûye soda biryardariya azadiyê. Ciwan û gelê Kurd, ji bo pêkanîna daxwaza rêberên xwe yên hati îdamkirin, roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. Wê bi avakirina Kurdistana azad re ji sedî sed bersivê bidin bîranînên van rêberên xwe.
Êdî ne pêkan e ku gelê Kurd li cihekî di bin mêtîngeriya qirkirina çandî de bê ragirtin. Kurd wê li ser bingeha demokratîkkirina welatê lê dijîn, ji sedî sed bibin xwedî jiyana azad û demokratîk. Weke hêza demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn gelê Kurd wê tevî xwe hemû gelên bi xwe re azad bike û bigihîne jiyana demokratîk. Kurd, Ereb, Fars û Tirk wê li Rojhilata Navîn di nava demokrasiyê de bi hev re û bi biratiyê bijîn. Wê ji esareta dewletperestî, desthilatdarperestî û neteweperestiyê rizgar bibin û Rojhilata Navîn careke din veguherînin navenda jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê.”
KNK: Ragihandina Komara Kurdistanê biryarek siyasî û civakî ya wêrek bû
Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, ku di 31’ê Adara 1947’an de piştî herifîna Komara Kurdistanê ya Muhabadê hatin darvekirin, daxuyaniyek weşand.
KNK’ê da xuyakirin, ku di nava şert û mercên giran ên bidawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de ragihandina dewleteke serbixwe bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsandinê bû û destnîşan kir, pêşewa Qazî Mihemed weke sembolek mezin di nava rûpelên dîrokê de cih girt.
‘Doza wan berdewam e’
Konseya Rêveber bibîr xist, ku îro jî li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didin meşandin û wiha dewam kir: “Tevî ku Melayên Îranê, cezayê darvekirina ciwanên Kurd bi kar tînin, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digirin de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmed û hevalên wî didomînin.
Em weke KNK, di bîranîna 69 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Hacî Baba Şêx, û Mihemed Huseyîn Xan Seyfî Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Her wiha di serî de dagirkerên rejîma Îranê û hemî dagirkerên Kurdistanê şermezar dikin.”
ANF/BEHDÎNAN/BURKSEL