
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi armanca zêdekirina hewldanên têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serdana DYA’yê kir û ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ve li Qesra Spî hat pêşwazî kirin. Piştî civînê Ebadî anî ziman ku dê Amerîka zêdetir alîkariyê bide Iraqê. Pêr êvarî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Qesra Spî bi Serokê DYA’yê re Donald Trump re hevdîtînek kir û di hevdîtinê de Amerikayê di şerê li diji terorê de pesnê Iraqê kir.
Dengê Amerîkayê li ser naveroka hevdîtina Trump û Ebadî nûçeyek belav kir û wiha ragihand: “Serokê Amerîka li gel Ebadî mijara Îranê nîqaş kir û got: “Çima serokê berê Barack Obama li hevkirin li gel Tehranê îmzekir ku bûye sedem êrîşên abori yên rojava li ser Îranê were rakirin.”
Ji ber vekişîna hêzan xemgîn e
Di civînê de Trump anî ziman ku ew xemginin ku hêzên Amerikayê di sala 2011’an de ji Mûsil û tevahiyê Iraqê derketine û wiha dewam kir; “Ev jî li ser biryara Serokê berê yê Amerikayê Barack Obama ya sala 2008’an pêk hatiye. Piştî hevdîtinên di navbera Amerîka û Iraqê yên li ser parastina hêzên Amerîkî û kesên ku ji bo Amerîkayê kar dikin bi encam nebûn hezên Amerîkî ji Iraqê vekişiyabûn.”
Her wiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku hikumeta wî li dijî terore serkeşiyê dike û xwestiya hevkariyên di navbera Amerîka û Iraqê de zêdetir bibe.
Heyder Ebadî piştî hevdîtina li Qesra Spî li Enstîtuya Amerîka ya ji bo aştî (U.S. Institute of Peace) ji beşdarvanan re axivî û di axaftina xwe de anî zîman ku dê hewldanên Rêveberiya Trump ya piştgirîkirina Iraqê zêdetir bibin ji bo tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û ji nûve avakirina bajarên Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ev jî got: “Serok Trump bal kişandiye li ser wê yekê ku dê di dema pêş de piştigiriya xwe ya ji bo Iraqê zêdetir bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN