Rojnamevan û nûçegihanê ajansa RojNewsê Wedat Hisên Elî, pêr li Dihokê di salvegera qetilkirinê xwe de li ser gora xwe ji aliyê malbata wî û rojnamevanan ve hate bibîranîn.

Rojnamevan Wedat Hisên Elî beriya bi du salan wekî pêr li Dihokê ji alî hêzên tarî ve hatibû qetilkirin. Hevalên wî yên rojnamevan ew ji bîr nekirin û li ser gora wî ew bi bîr anîn. Li ser gora Wedat birayê wî, Derbend Hisên peyivî û got, “Du sal di ser şehîdkirina Wedat re derbas bûn. Heta niha hêzên ewlehiyê li ser mijarê tiştek nekirine. Em jî walîtiya Dihokê berpirsê bûyerê dibînin. Em daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û ewlehiya Dikokê dikin ku bûyerê zelal bikin. Eşkerekirin û dawîhatina dosyayê wê me aram bike û barê hikûmetê jî sivik bike.”

Du îhtîmal hene

Her wiha aktîvîstê Dihokê, Şîrwan Şîrwanî jî axivî û bal kişand ser terorkirina Wedat û wiha axivî; “Di mijara dosya Wedat de du ihtimal hene, yek yan sûcdarên sereke dezgehên ewlehiyê ne û wan bûyer pêk aniye, yan jî dezgeha ewlehiya Dihokê ewqas lawaz e ku nikare vê grûba ku Welat terorkiriye eşkere bike.”

 

DIHOK / ROJNEWS