Riste xwe bi rengên xwezayê bi gotinên herikbar wekî avê didin xwendin. Bi rastî jî gelek helbest hene tu bêhemdê xwe dixwînî. Di nava çend deqeyan de tu dibînî te bi dehan riste xwendine. Tu dibînî wayê tu bi carekê bi wan risteyan re dibî yek. Jixwe di wêjeyê de ya herî rehet, a ku xwe, bi xwe dide xwendin helbest e. Helbest bi gotin û hevokên kurt û cewherî armanca xwe tîne ziman û nasnameya xwe bi me dide nasîn. Dikare were gotin ku wekî vexwarina avê ye helbest. Te di nava çend kêliyan de li gelek deran digerîne, gelek tiştan bi te dide hîskirin. Bi taybetî jî bi navê hebûnên xwezayî tu ber bi dîmenên nejibîr ve diçî.
Her gotin û riste te dibe derek û deryaya rengan di hestên te de diafirîne. Ev yek jî nîşan dide ku wêje û xweza hev xwedî dikin. Çawa ku xweza ji bo wêjeyê dibe deryaya evînê û îlhama vegotinê; wêje jî ji bo xwezayê dibe rêya xwenaskirin û pênasekirina herî balkêş û zindîwer. Bi taybetî helbestên ku te di zarokatiya xwe de guhdar kirine û xwendine; bandoreke erênî û bêdawî li ser te dihêlin. Ji ber cîhana xeyalî ya zarokatiyê, nav û sembolên ku di helbestan de derbas dibin, dîmen û hestên bêdawî li pey xwe dihêlin. Dikare were gotin ku bi deng, reng, cih û bêhna yekem a zarokatiya te re dibin yek û têkiliyeke berdewamî diafirînin. Ji berhemên ku bi rastiya jiyanê re dibin yek; bêhna xwezayê tê. Bi taybetî wekî me li jor got; helbestên ku bi rengên xwezayê tên honandin rêwîtiyên bêhejmar diyarî xwendevanan dikin. Di warê hestan de, di warê fikir û raman de, gelek tişt pêşkêşî xwendevanan dikin. Nêrîna me ya li jiyanê, hestên der barê her tiştî de bi xwe re diguherînin. Ji ber ku helbest ji hestan pêk tên; rasterast digihîjin hestan. Bi risteyan tu hemû bûyerên ku pêk hatine hîs dikî, reng û dîmen zindî dibin, paşeroj, îro û pêşeroj digihîjin hev.
Ev yek jî asoyeke ku ji paşeroj, îro û pêşerojê pêk tê diafirîne. Wêje û xweza bi têkiliya xwe ya bi hev re du hebûnên bingehîn ên jêneger in. Çawa ku ji xwezayê gelek tişt tên afirandin; başbûna hebûna madî, bi başbûn û berdewamiya xwezayê pêkan e; wêjeya ku li ser bingeha rastiyê, li ser bûyerên şênber pêk tê jî di aliyê manewî de rêgeha hîskirin û têgihîştinê ye. Civak bi wêjeyê dikarin paşeroj, îro û pêşerojê bi hev re bihûnin û hestên têkneçûyî biafirînin. Berhemên wêjeyî yên ku bi hezkirina xwezayê hatine xemilandin; ji bo xwendevanan hestên bêdawî û hezkirina herî baş pêşkêş dikin. Ew berhem bi vegotina xwezaya erdnîgariya ku lê hatine hûnandin re; di heman demê de ji bo civakên xwe dibin asoyên girêdana bi axa xwe û dîroka xwe re.
DÎLAN AYDIN