Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DÎSA) û Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-KURDÎ) encamên projeya bi navê "Wêjeya zarokan a devkî ya Kurdistanê" bi resepsiyonekê aşkere kirin. Semîner li salona Parka Sumerê hat lidarxistin. Ligel endam û rêvebirên TZP-KURDÎ, nûnerên KCD'ê, DÎSA'yê, mamosteyên Kobanê, û gelek lêkolînerên ziman tevlî semînerê bûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka KURDÎ-DER’ê Fatma Şik û Serokê DÎSA'yê Necdet Îpekyuz ve hat kirin. Fatma Şik anî ziman ku dema kurd bi zimanê xwe diaxivin weke nezan tên dîtin. Şik destnîşan kir ku ev jî cureyekî bişaftinê ye.

Piştî axaftinên vekirinê Ferîdun Bîrgul li ser projeya xwe ya lêkolînê a bi navê 'Bi wêjeya devkî ber bi perwerdeya pêşdibistanê ve" sekinî û bi sînevizyonekê xebata xwe pêşkêş kir. Birgul destnîşan kir ku wî li hemû pareyên Kurdistanê ji gelek gundan ku lê jiyana kurdewar heye xebata xwe meşand û bi welatiyan re hevdîtin pêk anîn. Her wiha di sînevîzyona Bîrgul de çîrok û stranên gelerî hatin nîşandan. Bîrgul diyar kir ku ew dixwazin zarok bala xwe bidin wêje û zimanê kurdî. 


'Wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e’

Bîrgul qala gera xwe ya li gundan kir û wiha peyivî: "Wêjeya devkî pirr dewlemend e û mirov dikare pirr berheman jê derxe" Bîrgul got, di çîrokên Kurdî de pirr qala rovî tê kirin û wiha berdewam kir: “Weke tê zanîn, rovî lawirekî xapînok e û ev jî dide nîşandan hertim Kurd ji aliyê desthilatdaran ve hatine xapandin. Lewma ew kirin hertim di devoka Kurdan de cih digire.” 

Dîlan Sevesoglu jî meteryala pêşdibistanê pêşkêş kir û diyar kir ku wan 45 çîrokên fabl ku ji bo derûniya zarokan guncaw in bi şêwezarên Kurmancî û Kirmançkî amede kirin. 

Piştî pêşkêşkirina rapor û encaman beşdaran der barê wan de nêrînên xwe anîn ziman. 


 DÎHA/AMED