Dema ku mijar dibe wêje herî zêde civakbûn tê bîra mirovan. Ji bo ku civak bibe civak, beriya her tiştî divê exlaqê xwe yê ku pê rêzikên jiyana xwe datîne, bi edebekî mezin bihûne. Heta ku pîvanên exlaqî di jiyanê de neyên pêkanîn, mirov nikare bêje ku wê jiyana civakî û watedar hebe. Wêjeya devokî rêzikên jiyana mirovan bi xwe ye. Heke xîtaba mirovan bi hev re nebe, wê demê civakbûn wê çawa pêk were û çawa rojane xwe watedar bike. Lewre her ku diçe civak li pêy xwe gelek nirxan, navan, gotinan û hevokan dihêle da ku yên piştî wan, wan nas bikin û karibin erdnîgarî, hevparastin, hevtemamkirin û têkiliyên heyî bişopînin û lêhûrbûneke bêhesab bikin. Divê em bizanin wêjeya me ya devokî pir bi hêz û şopîner e. Wêjeya devokî di serî de girêdayî manewiyata mirovan e, di heman demê de girêdayî exlaqê wan ê ku tê şopandin û tê berfirehkirin e. Ev çi di warê civakî de be, çi jî di warê zêdebûnan de be… Heta roja me ya îro jî wêjeya herî bi hêz a ji devê mirovan li ser esasê exlaqê civakê tê ziman, tê guhdarkirin û bi bandor e. Ew wêjeya manewî di heman demê de li ser esasê pêşvebirin, parastin û mezinkirina nirx û keda mirovahiyê ye. Mirov timî li manewiyata xwe digere û bi wê dijî, ya wî/ê nîşan dide jî dengê wijdanê ku pê guhdar dike ye. Ji roja ku mirovan dest bi jiyana hevpar kirine heta niha, ya pêşketî guftugoya mirovan a bi hev re ye. Ev diyaloga ku em jê re dibêjin pêdiviyeke jiyanê ye, di bingeha xwe de li ser esasê pêşvebirina zimanê hev ragihandin û parastina berdewamiya çandê ye. Wê demê her ku mirov li hev kom bûn karîbûn bi rêka zimanê xwe çand û dîrokekî zindî nîşan bidin. Lewre di her şert û mercî de mirovan xwe gihandine hev û karîbûne bibin xwediyên wê hêza xweîfadakirinê ya têkûz. Mirovan ji roja dest bi livandinê kirine heta niha, tenê xwe bi wêjeya nivîskî îfade nekirine, mirovahiyê di serî de bi civakîbûnê karîbûne dîroka xwe neql û derbasî yên li pey xwe bikin.
Ji ber ku mirovan tenê wisa bi awayekî zip û ziwa hema negotine ev çand, ev çîrok a min e. Beriya wê bi awazekî xweş û narîn aniye ziman, coş û êşên xwe jî bi heyecaneke mezin nîşan dane. Ev çand û dewlemendiya kurdî heta roja me ya îro tevî bi parçekirin, êrîş, perçiqandin, talan û tunekirinê re rû bi rû -heta îro li ser lingan- maye û berdewam kiriye. Çawa xwe gihandiye roja me ya îro? Di vir de taybetmendiyên jiyana civaka kurd û ji erdnîgariya Kurdistanê derdikevin holê. Ya diyar dibe di serî de girêdana gelê kurd a bi axa xwe re ye. Girêdana wî ya bi xwezaya xwe re ye. Lewre mirov dikare heta roja me ya îro jî rastî gelek berhemên devokî yên kurdî were. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Wêje û hunera me kurdan a civakî û devokî em di demên pir zor û zehmet de ji helandinê parastin û heta niha anîn. Niha jî wêje û çanda me ya resen metersiyên giran dijî û divê em vê carê xwedî lê derbikevin û biparêzin. Wê demê em ê bibin kesên şîrpak.”

Wêjeyeke pir xurt û serkeftî heye

Wêje beriya ku bê nivîsandin jî helbet hebûye. Ji ber ku beriya her tiştî zimanê mirovan ê îşaretan, sembolan bi pêş ketiye. Ji destpêka civakbûnê heta roja me ya îro mirov bi bîr û bîreweriya xwe berdewamiya jiyana xwe ya fizîkî û civakî her dem parastiye. Her peyveke ku nifşek dide nifşên din tê de wêjeyeke pir xurt û serkeftî heye. Her hevokek û her helbestek tê wateya rîtma di wateya şopa civaka em tê de dijîn û tê de hebûna xwe berdewam dikin. Ziman bi wêjeyê re dimîne û bi helbest, destan, çîrok, çîvanok hwd. xwe digihîne nifşên din, bi stranbêjiyê jî berdewamiya xwe didomîne. Gelê me bi hezaran salan wiha hebûna xwe domandiye. Di her serpêhatiyên kevin de tu carî mirov nikare bêje ev serpêhatî bi kes ango bi ferdan hatiye ziman. Mînak çîroka Feqiyê Teyran a Şêxê Senan nûnertiya çandekê dike lewre bi nûnertiya çandekê ew serpêhatiyekê dike. Her wiha Mele Ehmedê Bateyî bi berhema xwe ya bi navê Zembîlfiroş û Mewlûda ku nivîsiye jî diyar dibe ku gelê kurd di gelek warên jiyanê de jî xwedî lêgerîn û gera li jiyana civakî û dîrokî ye. Beriya wê jî gelê kurd yek ji wan gelên Mezopotamyayê ye ku xwedî çand û wêjeyeke gelek dewlemend e. Gelek berhemên gelê kurd ên ku pê tên naskirin hene. Wekî Destana Kawayê Hesinkar, Ristemê Zal û hwd. Gelê kurd di Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî kevn e. Ji ber ku Kurdistan li cihekî stratejîk û girîng cih digre, ev bûye sedemek ku timî rastî êrîş, çavnebarî û mêtingeriyê were. Piştî rûxandina împaratoriya Medan, gelek berhemên edebî wekî Avestaya ku pê bawerî anîne, hatine windakirin. Lewre gelê kurd timî ji bo xwe biparêze hemû bawerî û serpêhatiyên xwe bi rêya wêjeya devokî ragihandine. Her wiha çîroka Evdalê Zeynikê jî dema ku di roja me ya îro de jî tê gotin, mirov gelek zehmetî û serpêhatiyên şexsî û çandî tê de dibîne. Mezopotamya bûye dergûşa şaristaniyê û çavkaniya Mîtolojiyên ku li tevahiya cîhanê belav bûne. Lewre mirov dema berê xwe dide destana Gilgamêş û gelek destanên din jî li ser axa Mezopotamyayê hatine vehûnandin. Ev hevpariya wê xakê ya bi Rojhilata Navîn re jî nîşan dide. Gelek hêzên desthilatdar ên wekî; yewnan, rom, osmanî û hwd. di vê dîroka dirêj de berhemên wêjeyî yên gelek bi nirx û bi nav û deng tune kirin û ji bo xwe jê sûd wergirtin.
 Çîrok, destan, stran û helbestek ji devekê derbasî yê din bûye û belav bûye û karîbûye xwedî li wê dema xwe ya kin û dirêj jî derbikeve. Lê tu carî girîngiya dema xwe winda nekiriye. Lewre wêjeya devokî ya kurdî gelek kesayetiyan jî nirxandiye.

Gelê kurd xwe spartiye vegotinên devokî

Di hundirê wêjeya devokî ya kurdî de hest, xemgînî, hestên mirovatiyê yên pir bi nirx tên dîtin. Ev bedewî û dewlemendiya ku di wêjeya devokî ya kurdî de heye, B. Nikitin di pirtûka xwe ya bi navê Lêkolîna “Li ser sosyolojî û dîroka kurd de, di R. 406-407 de dibêje; “Çi lêkolîna li ser wêjeya kurdî bê kirin pêwîst e beriya her tiştî, li ser wêjeya devokî (gelerî) bê kirin. Ji ber ku di hundirê xwe de heta roja me ya îro jî xwedî hêzeke zindî, afirîner û di nava nûbûnekî herdemî de ye.” Di wêjeya kurdî ya devokî de, mirov dikare rastiya civaka kurd û kesayetiya wan baş bibîne. Di heman demê de ne girîng e ku ji aliyekê ve jî hatiye gotin. Lewre çîroka ku ji bo zarokên kurdan heta roja me ya îro hatiye, bi navê Pepûk, Fatfatîlok, bi hemû zaravayan tên gotin û nav tên guhertin, cewherê wê heman tişt e. Lewre di her maleke kurd de wêjevanên ku pêşengiya wêjeya devokî dikin dayikên me ne. Hiş û mejiyê mirovan jî her tim xwe pêş xistiye û têkoşîna xwe ya watedayîna jiyanê kiriye. Lewre her serdemekê meselok û metelokên xwe hene, di hemû pêşveçûna şaristaniyê de tu metelok bê wêje nemaye, ango bê wêjeya devokî nemaye. Lewre gotina: “Bi pirsê, mirov diçe Xursê” vala û badilhewa nehatiye gotin.

‘Asta wêjeya Kurdî mirov matmayî dihêle’

Gelê kurd herî zêde xwe spartiye van vegotinên devokî. Mînaka herî berbiçav jî çîroka Mem û Zînê ye, Derwêşê Evdê û Edûlê ye. Ger di roja me ya îro de jî bi vegotin û dengbêjiyê dilê me bi xwe re dihilhilîne, wê demê ji bedewî û xurtbûna wêjeya devokî tê. Bi tu awayî ji vê bi hêztir nayê lorandin û gotin. Ev jî nîşaneyên berxwedanî, girêdana bi axê û evînên bêdawî ye. Di her straneke gel de, bi şevbihurkên ku çandek vedigotin û perwerdeyeke li ser nasîn û fêmkirina dîrokê hatiye jiyîn. Wêjeya devokî ya gelê kurd wekî kulîlkeke ku di nava zinarên herî asê de serê xwe hildide û bedewiya xwe, rastiya xwe, ango heqîqeta xwe ya têkûz nîşan dide ye. Çawa di xwezayê de tu astengî nikarin li hemberî şînbûn û serîhildêriya wê kulîlkê bên danîn, xweşikbûna wê nebîne; gelê kurd jî berxwedan û berdewamiya xwe bi wêjeya devokî kiriye. Wekî ku Prof. Filacifiski di pirtûka xwe ya bi navê Mar û Kurdolojî de gotiye: “Mirov dema lêkolînê li ser wêjeya kurdî dike, matmayî dimîne, ji wê gihîştina ji radeya xwe zêdetir a wêjeya devokî. (gelêrî)
Nivîskarê rûs Maksîm Gorkî dibêje; “Gel bi xwe feylesof e, bi xwezaya xwe helbestvan û afirînerê çanda gerdûnî ye, ji helbest, çîrok, destan, sirûd... Ev hilberîn û berhem çavkaniya hemû helbestvan û nivîskaran e. Ger em rabirdûya xwe baş têbigihîjin, afirandina me wê pir balkêş be. Wê çaxê em ê girîngiya wêjeya gelêrî bizanin.”
Wê tu çemên şaristaniyê jî bê wêje nemeşe û bi ser jî nekeve. Mînak; yewnan bi Homeros, fars bi Şîrazî, ereb bi Emrî-ul Qeys, îtalî bi Dante, îngilîz bi Shekspeare, fransî bi Balzac, rûs bi Pûşkîn û kurd bi Ehmedê Xanî tên naskirin!

Ji wêjeya devkî ya Kurd ber bi wêjeye nivîskî ve

Di dawiya sedsala 19’emîn û 20’emîn de gelek lêkolîner û nivîskaran berhemên wêjeya kurdî ya devokî komî ser hev kirine û derbasî nivîsandinê kirine. Ji van Birîm, Mox, di dawiya sedsala 19’emîn de û di destpêka sedsala 20’an de gelek çîrok û lawik kom kirine. Enstîtuya Kurdolojiyê ya li Sovyetê jî gelek berhemên wêjeya kurdî ya devokî komî ser hev kiriye û bi zimanê kurdî nivîsandiye. Di nava gelê kurd de merdî û comerdî timî bi mîtolojiyan jî hatiye ziman. Di dengbêjiya kurdî de jî mirov edaleta gel û rola jinên kurd bi awayekî zelal dibîne. Her wiha mirov bêdadiya ku hatiye jiyîn jî baş dibîne. Lewre çi qasî jinên kurd jî rola xwe di dema kevin de di nava vê dîroka devokî de lîstibin, mirov dikare bêje tevî hemû astengiyan jî kesayetên wekî Gulê, Meryemxan û Eyşeşan jî derketine. Van jinên ku li hemberî civaka yekalî timî xwestine rola xwe ya berdewamiya vegotina dîrokî bi awayekî xweş bînin ziman. Ango wêjeya devokî bûye xwediyê xisleta civakî ya ku divê ji her du aliyan ve bê vegotin. Lê çiqasî hatibe tepeserkirin, dîsa wî agirê wêjeyê çirûskên xwe li ezmanan nîşan daye. Ji dema civaka xwezayî heta niha wêjeya kurdî xwedî wê nirxê ye ku karibe bibe sembola nîşandana demeke bi nirx û bermahiyên mirovahiyê. Pêwîst e ku mirov bizane ka çi qasî li hemberî jiyana bi nexweşiya desthilatiyê ketiye têkoşiyaye û karîbûye bibe xwediyê wan kesayetên ku nûnertiya dîroka rastiya gelan dikin. Lewre di roja me ya îro de herî zêde pergala dagirker û pergala kapîtalîst dixwazin bi rêya bêwatekirin û erzankirina vê wêjeyê civakê ji komûnalbûna wê ya wêjeyî qut bikin. Timî qîmeta vê wêjeyê kêm û çewt nîşan didin, ser digirin. Ji vê zêdetir xwestine li ser bîr û bîreweriya civakî bombebaraneke bêsînor bikin. Dema ku zîhnê mirovan ji derdora jiyana xwe ya civakî dûr dikeve, bi awayekî xwezayî wê nikaribin hebûna xwe bi tevahî biparêze û wê timî kêm bimîne, ango dûr dikeve qutbûna mirovan a ji paşeroja wan e, ne plankirina pêşeroja wan e. Ger di roja îro de em nasnameya xwe nîşan didin û dîroka xwe dikolin, ev hemû bedewî û vegotina wê wêjeya kurdî ya devokî ye.

Xwedîderketina li dîrok û çanda Kurd

Di roja me ya îro de hêza watedayîna me têrê dike ku em karibin xwe bigihînin cewherê rastiya wêjeya devokî û xwedî lê derbikevin. Hunera resen jî di wê wêjeya gelêrî de ye. Lewre divê ku her demê çîroka kurdî bê fêmkirin. Wêjeya devokî ya kurdî ger niha nebûya wê gelê me çawa û bi çi awayî zanîbûya çend ceng û çend komkujî hatine serê wan? Lewre divê ku beriya her tiştî em bikevin ferqa vê yekê ku em karibin xwedî li wêjeya kurdî ya devokî derbikevin. Gel bi wêje û stranên xwe bijîn, wê demê di vê şoreşa xwe de wêjeya hemû şoreş, evîn, eşq, lêgerîn, meram, helbest, çîrok, çîvanok, stran, hevok, deng û tama wêjeya xwe ya hêjayî dîroka me ye, em ê bibînin. Careke din zincîrên dîrokê ji kengî ve, di kîjan serdemê de be bila bibe, em ê wê zincîrê ji hev re vebikin û bigihînin hev.


FEHÎMA DEŞTAN