- Musa Kulu: Ev mirov û civak dê çawa bi vî rengî bi hev re bijîn. Em li welatekî dijîn ku êrişî cenazeyan û cemxaneyan dikin, û cenazeyan bi postê dişînin. Ne wicdan û ne jî aqil vê qebûl dike.
- Bedrettîn Gunay: Îqtîdar û yên xwedî feraseta wê, hurmetê nîşanî tenduristiya mirovan nadin, hurmetê nîşanî cenazeyên mirovan jî nadin. Ez wekî Misilmanekî ji ber vê rewşê şerm dikim.
Endamê DÎAYDER’ê Bedrettîn Gunay, ji ber êrişên li dijî goristan û cenazeyan got, ew wekî Misilmanekî şerm dike: “Îqtîdara ku hurmetê nîşani tenduristiya mirovan nede, hurmetê nîşanî cenazeyan jî nade.”
Dewleta Tirk êriş û şideta li dijî cenazeyan didomîne. Sala 2015’an, hêzên dewleta Tirk a dagirker, eziyet li cenazeyê endama YJA-STAR’ê Ekîn Wanê (Kader Kevser Elturk) kiribû û cenaze tazî avêtibûn kolanê. Hêzên vê dewleta dagirker li Şirnexê cenazeyê Hacî Lokman Birlîk li pey maşîna zirxî bi erdê re kaş kir. Li Navçeya Şirnexê Silopiyayê jî, vê hêza hov a dagirker cenazeyê dayika Taybet Înan 7 rojan li ser kolanê hişti, destûr nedan cenazeyê Cemile Çagiga bê definkirin, êrişî cenazeyê dayika Aysel Tugluk, Hatun Tuglukê kir û nehişt bê definkirin, cenazeyê Agît Îpek bi postê ji malbatê re şand, 279 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin û revandin Stenbolê. Vê dewleta dagirker û hov, herî dawî êrişî cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek kir û nehişt bê definkirin.
Divê hesab bê pirsîn
Li ser êrişên li dijî cenazeyan, Endamê Komeleya Oldaran (DÎAYDER) Bedrettîn Gunay, nerazîbûn nîşan da û got, “Li Tirkiyeyê mafên mirovan û mafên parazvanên mirovan hemû tên binpêkirin. Îqtîdar û yên xwedî feraseta wê, hurmetê nîşanî tenduristiya mirovan nadin, hurmetê nîşanî cenazeyên mirovan jî nadin. Ez wekî Misilmanekî ji ber vê rewşê şerm dikim. Li ser navê Îslamê ji vê rewşê şerm dikim. Divê hesabê van pêkanînan bê pirsîn.”
Em çawa bi hev re bijîn!
Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Musa Kulu jî got, ev hiquqa dijminantiyê ye: “Êrîşa li dijî Îbrahim Gokçek û cemxaneyê êrişa li dijî bawerî û nirxên baweriya me ye. Ev bê hurmetî ye. Tenê dê merasimek li dar bixistana. Lê destûr naden merasimê jî. Tehamulî merasiman jî nakin. Polîsan û maşîneyên zirxî bi gazê êrişî cemxaneyê kirin. Cam û derî şikandin. Ev dilê mirovan diêşîne. Aliyê wê yê mirovî û civakî nayê tarîfkirin. Ev mirov û civak dê çawa bi vî rengî bi hev re bijîn. Em li welatekî dijîn ku êrişî cenazeyan û cemxaneyan dikin, û cenazeyan bi postê dişînin. Ne wicdan û ne jî aqil vê qebûl dike. Êrişa li dijî îbadetxaneyan zilm bi xwe ye. Bêhurmetiya li dijî cenaze ye. Ev hiqûqa dijminantiyê ye.” STENBOL
[caption id="attachment_249351" align="alignleft" width="148"]
Li Hespista Hezexê mezelên xirakirî[/caption]