Her roj li K-Damm a navdar a Berlînê bi dengê çalakgerên Kurd, olan dide. Tûrîstên ku diçin serdana Dêra Şikestî ya sembola Şerê Cîhanê yê Duyemîn, leqayê Kurdan û çalakiya wan dibin, pê re jî Kurdan nas dikin. Çalakger azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji azadiya Kurdistanê cuda nabînin û dibêjin, heta mirinê em ê her li dû azadiya serokatiyê û ya Kurdistanê bin.


Bahattîn Dogan / Hevserokê NAVDEM´ê:

Ev 18 sal in serokatiya me êsîr e. Ev 15 meh in jî tecrîdkirineke mutleq li ser e. Di kesayetiya wî de gelê Kurd tê cezakirin. Em jî li ber Konseya Ewrûpa û wisa jî li 12 navendên Elmanya û Ewrûpayê çalakiya Konên Azadiyê li dar dixin. Mebesta çalakiya me li gel daxwaza azadiya serok Ocalan, ew e ku şerê dewleta Tirk û dîktator Erdogan ê li bakurê Kurdistanê jî bidin nîşan. Qedexeya li dijî PKK´ê şermeke mezin e ji bo Elmanyayê. Divê Elmanya û Ewrûpa xwe ji vê şermezariyê rizgar bikin.


Neşwan Karker Hariky (Ji Duhokê):

Ocalan serçaveya jiyana min e. Ez bi felsefeya wî mezin bûm. Ez heqîqeta jiyanê, jinê, welat û azadiyê ji wî fêr bûm. Mirov nikare Ocalan bi tenê bi PKK´ê ve bi sînor bike. Ocalan ne tenê ji bo Bakur, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kar dike. Divê ne çalakiya deh rojan heta hetayê em xwedî li serok, doz û welatê xwe derkevin.


Pervîn Kaplan / Hevseroka NAVDEM-Berlîn

Em êşkenceya li serokatiyê û şewitandina welat ji hev cuda nabînin. Lewre roja tecrîd li ser serokatiyê danîn, şerê qirêj jî dan destpêkirin. Tevahiya dinê jî baş dizane ku Ocalan ji bo me fikr û felsefeya azadiyê ye. 


Seyran Jotzu / Ciwanên Azad:

Abdullah Ocalan îdola min a azadiyê ye. Ez li Elmanya çêbûme dayîka min Elman e, bavê min Kurd e. Li gorî pîvanên Ewrûpiyan, Elmanya pir pêşketî ye, lê jin di jiyanê de tenê fîgureke xweşikbûnê ye, alaveke reklam û danasîna kapîtalîzmê ye. Serok Apo riya rast a wekwehî û azadiya jinê nîşanê me daye. Heta Ocalan û Kurdistan azad nebin emê li şerê xwe berdewam bikin.


Anne Hoecker / Partiya MLPD Elman:

Ez wek endam û xebatkara Partiya Marksîst Lenîsîst a Elman li vir im. Gelê Kurd bi pêşengiya birêz Ocalan, ji bo civakeke pêşverû û azad şer dike. Mixabin hikûmeta Elman jî terorîzma Erdogan destek dike. Ev cihê şermezariyê ye. Lê em bi gelê Kurd re ne û divê demildest qedexeya li ser PKK ê rabe, Ocalan azad bibe. 


Emşa Îbrahîm Dawê (ji Til Temirê):

Em dixwazin serokê me azad bibe em jî wek alemê bibin xwedî dewlet. Serok 22 sal li Rojava ma, ji destpêkê ve em gelek ji wî hez dikin, em dixwazin ew jî wek serokê alemê vegere nav me û li nav me rûne.


Hozan Umro / Hunermend:

Em ji bo azadiya serokê xwe li vir in. Em saet ji 12´an heta 20.00´ê êvarê li vir in, bi stran, bi govend, bi axaftin û belavoka em çalakiya xwe rengîn dikin. Serok Ocalan em kirin gel û milet, em bi dinê dan nasandin.


YEKO ARDIL/BERLIN