OZGUR PAKSOY / MEHMET ŞAH ORUÇ / MA / AMED
Endamê kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Abdullah Arikan, nerazîbûn nîşanî pêkanînên li cenazeyan û goristanan da û got, "63 salî me, lê min nedîtiye ti wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin."
Li herêmê cenazeyên kesên di dema êrişên li dijî xwerêveberiyê, jiyana xwe ji dest dayî, nadin malbatan, bi mehan li morgan tên sekinandin yan jî li goristanên bêkesan tên veşartin. Her wiha li herêmê goristan jî tên texrîbkirin.
Herî dawî pêr li gundê Haciya Kurda yê Bismila Amedê, dewleta Tirk êrişî gorên aîdî PKK'yiyan hat kirin û 14 gor hatin rûxandin.
Endamê DÎK´ê, Mele Abdullah Arikan, diyar kir ku pêkanînên li dijî cenazeyan û texrîbkirina goran li dijî mirovayetî û alema îslamê ye û bêhurmetî ye. Arikan got, astengkirina wecîbeyên olî jî li dijî îslamiyetê ye.
Heqaret e
Arikan got: "Niha cenaze di bin zext û zoriyan de tên veşartin. Wecîbeyên olî li gorî qaîdeyê nayên kirin. Her wiha, dorê li malên şînê digirin û taziye tên astengkirin. Ev hemû li dijî mirovahiyê ne û heqareteke mezin e."
Arikan, anî ziman ku ji bo merasîma cenazeyekî gazî wî hatiye kirin, lê belê cenaze ji aliyê polîsan ve hatibû veşartin û jê xwestine, telqînê bixwîne û gotm "Polîsek û du peywirdarên şaredariyê cenaze veşartin. Gotin, nimêja cenaze hatiye edakirin û wisa hatiye veşartin. Ji min xwestin tenê telqînê bixwînim. 63 salî me, lê min nedîtiye ti wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin. Nexasim di vê sala dawî de nirxên mirovahiyê pirr tên binpêkirin."