Komkujî bi plan pêk hat
Sadiq Heme Xerîb diyar kir ku Helebce gelek caran rastî karesatan hatiye û wiha got: “Berî komkujiya Helebce, Helebce rastî gelek karesatên din jî hatiye. Salên 1970’yan carekê hat wêrankirin. Li sala 1987 jî Helebce û hemû herêma Şarezûr serî hildan û ev jî bû sedem ku were wêrankirin. Bi sedan ciwanên Helebceyî wê demê hatin binçavkirin.” Heme Xerîb, destnîşan kir ku piştî rawestandina şerê navbera Îran û Iraqê 16’ê Adara 1988’an Helebce hat kîmyabaran kirin û got: “Berî kîmyabaranê gelek şoreşger di nava bajêr de hebûn. Ji rêzên artêşa Iraqê vekişiyabûn. Helebce yek ji armancên Partiya Baasê bû. Di rojên 13, 14 û 15’ê Adara 1988’an de li derdora Helebce şer hebû. Ez bi xwe wê demê li wir bûm. Me li serbanan şer bi çavê xwe di dît.”
Baasî çûn û bombekirin
Derbarê roja 16’ê Adarê de mamosta Sadiq wiha axivî: “Berî nîvro hemû hêzên rejîma Baasê ji Helebce derketin û ber bi Silêmaniyê ve diçûn. Bi rêya helîkopteran li çiyayên derdora Helebce leşker dihatin komkirin. Hêzên rejîmê dişkestin. Lê sibehê rewş aram bû, ango şer tune bû û dengê gulleyan nedihat bihîstin. Li hemberî vê rewşê gel ne dizanî çi bike û ditirsan ku Helebce were kîmyabaran kirin. Xelk pir ditirsiya û dizanîn rejim bi hêsanî ji Helebce dernakevin.” Sadiq Heme Xerîb wiha got: “Saet derdora 12.00’an balafirên rejîmê hatin ser Helebce û bombebaran kirin. Gelek kes ji ber bombebaranê şehîd bûn. Êdî derfet çênebûn welatî ji bajêr derkevin. Hemûyan xwe xistin di bin jêrzemînan (bodrum) de. Welatiyan berê ji tirsan di malên xwe dejêrzemîn (sığınak) çêkiribûn û ji bo xwe biparêzin.”
Me texmîn dikir çi bû
Mamostayê Zanîngeha Selahedîn da zanîn ku bihaneyên rejîma Baasê yên ji bo Helebce bê bingeh in û wiha got: “Dibe ku pasdarên Îranê jî li wan navçeyan ligel hêzên pêşmergeyan şer kiribin. Lê bihaneyên ku rejîma Baasê û Elî Kîmyayî, ku di got, pêşmerge û hêzên Îranê li Helebce bûn û ji ber wê hatiye bombebarankirin, bihaneyekî bê bingeh bû. Ji ber dema Helebce hatî bombebarankirin, hemû welatiyên bê guneh şehîd bûn. Ez bi xwe li Helebce bûm û çûm nava bazarê. Xelk li ber deriyan bûn û min texmîn dikir ku tiştek rû bide. Ji ber wê yekê wê rojê min gelek tişt kirîn. Rejîmê cihên ku herî zêde sivîl lê, bombebaran kir. Herwiha cihê derketina mirovan dihat kîmyabaran kirin.”
Çawa xwe parastin
Derbarê ka çawa xwe parastin de, mamosta Sadiq ev tişt gotin: Malbata me û ya hinek xizmên me yên din, em çûn jêrzemînê de. Ji berku berê min hinek tişt li ser kîmyayê xwendibû, min ferq kir ku bajar tê kîmyabarankirin. Me bi paçên şil, rû û çavê xwe parast. Di dema kîmyabaranê de me li ser serban temaşe dikir. Me teştekî avê anî, me paç şil dikirin û datînan ser rûyê xwe û zarokan. Me her yekê paçek şil xist ser rûyê wan. Ji bo tirs çênebe, me ji zarokan re ne got Helebce hatiye kîmyabarankirin.”
Zaroka xwe hêla û reviya
Mamosta Sadiq da zanîn ku wê demê dîmenek dît û ti carî ji bîr nake. Derbarê wî dîmenê de Mamosta Sadiq wiha got: “Jinek bû û zaroka wê li ber singa wê bû. Zaroka wê mirî bû, min dît zaroka xwe danî û bi xwe reviya. Em ber bi çiya ve çûn. Xelk direviyan û ne dizanîn ber bi ku ve diçin. Baran dîbarî û gelek sar bû. Em heta Deryaya Sîrwan meşiyan. Me dît ku termê hesp û lawiran di ber avê diçûn û ji ber kîmyabaranê miribûn. Em heta şevê li çiya mam.”
Mirov bi komî dihatin veşartin
Derbarê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de jî, Heme Xerîb wiha got: “Heta niha statîstîkekî diyar tune ye. Piştî heftiyekê me dît ku hemû şehîd bi kom dihatin veşartin. Bi mîsogerî zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûne, di navbera 7-10 hezar kesî de jî birîndar bûne. Gelek ji wan birîndaran heta niha jî dibin bandora nebaş ya komkujiyê de ne. Mirov nikare bi peyvan behsa wê karesatê bike. Mirov nikare, bi film, dokument an jî şanoyekê behs bike. Enceq dikare behsa beşek ji wê bike.” Mamoste Sadiq Heme Xerîb ji ber ku bi tenê 3 rojan bîranîna Helebce çêdibe û zêdetir di rojevê de nayê girtin, rexneyan jî kirin.
DÎHA/HEWLÊR