´Dadgehên helandinê´
Wekîlên Kurd wiha gotin: " Feraseta dadgehan ji Dadgeha Şark Îstîklal destpê dike, bi Dadgehên Leşkerî yên 12 Îlonê berfireh bûn û Dadgehên Ewlehiya Dewletê îro jî bi navê Dadgehên Birayeya Taybet derdikevin pêşperî me, her çendî nav û şêwazên vê pergala hiqûqê biguherin jî cevhera xwe parastiye û wek amûra helandin û tasfiyekirinê karê xwe berdewam dike."
´Li dijî Kurdan yek in´
Parlementaran di daxûyaniyê de diyar kirin ku operasyon bi hevkariya hikûmeta AKP'ê û Cemiata Gulen ya 2008'an destpêkiri û wiha gotin: "Di sala 2009'an de bi riya hiqûqê li hemberî têkoşerên demokratîk teror dan meşandin û bi hezaran mirov bê daraz avêtin girtîgehan. Ji roja ku em hatine girtin heta îro bi kiryarên hiqûqa taybet ên kêfî em girtin û hêj girtina me berdewam dike, me ev yek anî ziman lê biryara ku di 16'ê Qanûna 2013'an de ji aliyê 5. û 6. Dadgeha Cezaya Giran ve hat dayîn vê rewşê bi awayek aşkera radixe berçavan. Li hemberî biryara Dadgeha Makeqanûnê jî Dadgehên Birayeya Taybet dîsa biryara berdewam kirina girtina me da. Ev jî dide nîşanda operasyona Nîsana 2009'an hêj berdewam dike. Ger îro gala dewleta paralel û desilatdariyên cûda tên kirin jî berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye. Bi salane van desilatdariyên cuda hevdû têrkirin. Di xwazin kurdan disa bikin qubana vê şerê desilatdariyê. Bi kuştina 3 kurdên li Geverê xwestin kurdan bavêjin derveyî siyaseta demokratîk û sînorê sebra gelê kurd tengbikin."
Banga hestyariyê
Parlementerên Kurd yên girtî di daxûyaniyê de diyar kirin ku ewê li hemberî vê bêhiqûqiyê serî netewînin û wiha dewam kirin: "Bila gelê me jî bizanibe emê li hemberê van kiryaran berxwedidin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ger Tirkiye dixwaze aştiyê pêk bîne bila Dadgehên Birayeya Taybet yên ku li hemberî riya demokratîke, ji holê rake. Em banga hestyariyê li raya giştî û gelê kurd dikin. Em gireva birçî bûnê ya Hevserokên HDP'ê li meclîsê dayî destpêkirin bi wate dibînin. Em silav û rêzên xwe ji gelê me re, dost û rêhavalên me yên girtîgeha Amed û Mêrdîne re dişînin."
DÎHA/ENQERE