Mihrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol a 4‘an di roja 8‘an a de dewam dike. Pêr êvarê di mihrîcanê de peyama “Welat bê welatparêz ava nabe” hata dayîn.
Mihrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol li ser dika şanoyê ya Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi nîşandana lîstikên şanoyê, dewam dike. Pêr êvarê komeke ji bajarokê Rimêlanê ku ji 10 lîstikvanan pêk hat, şanoya bi navê “Gurrî” pêşkêş kir. Şano ji aliyê Şehîd Hêvî ve hatibû nivîsandin û Xelîl Tehlo derhêneriya wê kir.
Şanoya Gurrî, balê dikşîne ser kesayeteke Kurd a welatparêz, ku li hemberî wê her cûre zulm tê meşandin. Gurrî kesekî xizan e, ji bermahiyên xwarina şêniyên gund dixwe û li ber dîwaran radizê û xelk jê nefret dike. Lê dîsa jî ew dev ji welatparêziya xwe bernade, qebûl nake xwe bifroşe û di bin sîstema kapîtalîst de bijî.
Gurrî, xeyal dike ku rewşa xwe û helwêstên derdorê li hemberî wî bi dayika xwe ya mirî re parve dike, lê dayika wî bersivê dide ku yê welatê xwe winda dike, her tiştî winda dike. Dayika Gurrî jê dixwaze ku teslîm nebe û li hemberî vê rewşê û ji bo guhertina civakê rêya têkoşînê nîşanî wî dide û dibêje “Welatê ku kesên welatparêz lê hebin namire”.
Piştî Gurrî dimire, zarokeke keç meşaleya têkoşînê jê werdigire.
Piştî şano bi dawî bû weke di hemû nîşandanên lîstikên şanoyê yên dema vê mihrîcanê de beşdaran performans bi giştî û bi hûrgilî nirxand.
ANHA / QAMIŞLO