
ARGEŞ KAYA
Heçî Kurd e û welatê xwe wekî Kurdistan dizane, ne mumkun e ku kilama “Welatê me Kurdistan e” nebihîstibe. Xwediyê kilamê Mecîdê Silêman ê 80 salî yek ji dengbêjên Radyoya Êrîvanê ye û niha jî bajarê Alma Ata yê Qazakistanê niştecîh e. Mecidê Silêman ji ber nexweşiyên xwe nikarîbû ji me re behs hal û ehwalê xwe bikira, loma jî kurê wî Semêdînê Mecîdê Silêman ji me re behsa serpêhatiya bavê xwe û malbata xwe kir.
Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatan bû ku bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn re neçar man ku cih û warên xwe ên bav û kalan ji ber zilma Roma Reş terikandin.
Çûyina dawî ya Mihemedê Siloyê Miho
Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho yê ji eşîra Biruka ye û li Wanê bi cih bûn. Mihemedê Siloyê Miho di çaxê koçê de diçe li Naxçivana Ermenistanê li keleka çemê Erez bi cih dibe. Bi xwe dengbêj e û her tim ji Naxçivanê diçe hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojhilatê Kurdistanê û vedigerê cem kufletê xwe. Li van deran tevlî berxwedanên Kurdan dibe û ku di çerperên şer de bi navê Îsa begê Rewanî tê binav kirin. Siloyê Miho herî dawî di sala 1946’an de dîsa berê xwe dide Rohilatê Kurdistanê ji bo tevlî nava refên Qazî Mihemed bibe. Ev çûyîna wî ya dawî dibe û careke din venagerê cem malbata xwe. Neviyê wî kurê Mêcîdê Silêman, Semedîn dibêje ku li gorî wan pirsiye kalê wê li Rojhilat di çeperê şer de şehîd bûye.
Di nav belangaziyê de mezin dibe
Semêdînê Mecîdê Silêman tine ziman ku wexta kalikê wî şehîd dibe bavê wî hê şeş, heft salî bûye û dibêje: “Bavê min xwedî birayeke û ew her du bihevre li cem dapîra xwe di nav xîzaniyê de mezin dibin. Bavê min di zaroktiya xwe de şivantî kiriye û di ber re jî çûye dibistanê. Wî ji min re digot: ‘Dema ez diçûm ber pez min bixwe re pirtûk dibirin û her min ew dixwendin.’ Wî çaxî hal û hewalê ne tenê Kurdan yên Ermeniyan bi xwe jî gelek xirab bû. Ji ber ku rayedarên Sovyeta Sosyalîst ji Kurdan û Ermeniyan gelek mêr dibirin şerên xwe û piraniya wan venedigeriyan. Lewra gelek kes wek bavê min êtîm bûn û xwendin pir zehmet bû.” Di çaxên ku Mecîdê Silêman diçû dibistanê de perwerde bi zimanê Azeriyan tê dayîn. Lewre ew jî bi Azerîkî perwerde dibe.
Her dengbêj e
Semedînê Mecîdê Silêman diyar dike ku kalikê wî bi xwe jî dengbêj bû û bi saya wî bavê wî jî hîn di zaroktiya xwe de bi dengbêjiyê re bila dibe û wiha pê diçe: “Wextê di sala 1955’an de Radyoya Êrîvanê vebû bavê min jî wek gelek Kurdên Qafkasyayê li gel xwîşka min Sîsa Mecîd ji bo tevlî xebatên Rodyoyê bibin çûn Êrîvanê. Li wir bavê min bi piranî klamên ku wî bi xwe dinivîsandin digotin. Bi kasî 90-100 klamên wî di arşîvên radyoyê de hene û gihaştina heta roja me ya îro. Li cem wî xwîşka min jî klam digotin. Bi kasî 40-50 klamên xwîşka min Sîsa Mecîd jî gihaştina îro.”
‘Em herin Kurdistana Sor’
Malbata Mecîdê Silêman li Bajarê Naxçivana heta sala 1988’an dijî. Lê piştî ku şerê dinavbera Ermen û Azeriyan de derdikeve neçar dimînin rawestgeha lê stirîn careke din biterîkinin. Kurê wî Semedîn wiha qala wan çaxan dike: “1988’an şerê Azerî û Ermeniyan dest pê kir. Wî çaxî ez 13 salî bûm. Ermeniyan bera me dida. Digotin di çaxê qirkirinê de Kurdan jî em qir kirin. Ji ber vê dixwestin Kurd herin. Ji xwe hemû Kurdanên li cem hev digotin: “Em herin Kurdistan Sor.” Wî çaxî her miletek vedigera welatê xwe. Lê herkes ditirsiya xelkê digot em herin emê têkevin nava şerê Ermenî û Azeriyan û wê me qir bikin. Kesî jî alîkariya Kurdan nedikir ku rêyek ji bo wan vebe. Ji ber vê jî herkes bela bû û bi deverekê de çû.”
Carake din koçberî
Malbata Mecîdê Silêman pêşî berê xwe didin Soçiya Rûsyayê. Semedîn serpêhatiya malbata xwe ya wan çaxan wiha raberî me dike: ”Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt û me berê xwe da Krasnodarê ku ewder nêzî Soçiya Rûsyayê bû. Di rê de dîsa me gelek êş kişand. Em hatin wir ji ber ku apê min li wir bû. Lê sed heyf li wir xwîşkeke min çû rehmetê. Bi vê yekê me xwe kar kir ku em xwîşka min bispêrin axa sar. Lê rayedarên Rûs ji me re gotin ji ber ku hun bê nasname ne mafê we nîne hun li vir kesekî defin bikin. Li ber vê yekê jî bavê min got cihê ku ez nikaribim keça xwe lê defin bikin ez lê namînim. Ser bi vê yekê me ji wir bar kir û me berê xwe da Qazaxistanê. Dema ku em hatin Qazaxistanê ji xwe hin Kurd li vir hebûn. Ew jî Kurdên di sala 1944’an bi ferman serokê Sovyeta Sosyalîst Stalîn hatibûn surgin kirin ku li bajarê Alma Ata ya Qazaxistanê bi cih bûbûn.”
Di nasnameyan da Kurd tên nasîn
Li wir jî malbata Mecîdê Silêman debara xwe bi xwedî kirina ajelan dike û pir zehmetî dibînin. Semedîn dibêje ku hêdî hêdî rewşa wan bipêş de diçe û wiha qala jiyana Kurdan li Qazakistanê dike: “Li vir gelek gelên cihê hene. Miletê vir li hember Kurdan xweyî hurmet in. Miletê me di nav her karî de cih digire. Ez bi xwe di fabrîkayek şûşeyan de dixebitim. Zarokên me giş bi Kurdî dizanin, civaka me bi Kurdî bi hevre diaxive. Di nasname û pasaportên me de neteweya me Kurd tê nivîsîn. Li Alma Atayê berî bi deh salan di dibistanan de dersên Kurdî hebûn lê rakirin. (Di sala 2009’an de bi hewldanên dewleta Tirk ev ders hatibûn rakirin.). Em li vir kovara Nûbar derdixin. Naveroka wê derbarê Kurdan de ye, bûyerên li çar perçê Kurdistanê dibin tê de cih digirin. Ev kovar bi tîpên Latînî der tê. Wekîdin rojnameya ya me bi navê Jiyan Kurd hebû lê hevalê me yê ku rojaname derdixist çû ser dilovaniya xwe ji ber vê yekê weşana wê sekiniye niha lê wê dîsa dê derbikeve.”
Welatê me Kurdistan e

Mecîdê Silêman li gel dengbêjiya xwe gelek kilam jî nivîsandine. Kilamên wî li seranserî Kurdistanê tên nasîn ku yên herî bi nav û deng Welatê me Kurdistan e, Werne Dawetê ne.
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Millet hemî bira ne
Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam baxe û bistane
Welat gul e gulistan e
Millet hemû birane
Werne Dawet
Lawno werne dawetê
Kurno werne dawetê
Daweta kurê Metê
Bîrnakim heta hette
Defçîyo li defê xe
Zurneçîyo de lêxe
Xismê me yê teze ne
Yek Mele ye yek Şêx e
Lawno werne ....
Ev jî çend rist ji klama Mecîdê Silêman ‘Werne Dawetê ne’ ne ku kurê wî Semedîn dibêje ev klam bi xwe serpêhatiyeke û vê yekê lê zede dike: “ Bavê min ev klam di daweta kurê meta xwe de dinivsîne. Hem jî muzîkê jî datîne. Wek di klamê de zelal e. Bavê zava mele ye aliyê bûkê jî şêx in.”