Ji ber lêpirsîna bi îdîaya “Propaganda PKK’ê kiriye” hat vekirin, bang li Demîr û Berpiryarê Weşanxaneya Ceylan Tûncay Mat hat kirin ku li dozgeriyê îfadeyê bidin.

Pirtûka di Mijdara 2014’an de çap bû, ji aliyê xwendevanan ve gelekî hatibû ecibandin. Di pirtûka ku van rojan wê çapa wê ya 7. bê kirin de, jiyana 11 gerîlayên jin ên ji Bakur, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bûn, hat vegotin.

Di pirtûkê de bersiv ji pirsên “Jinên Kurd çima derketin serê çiyê?”, “Dema jin derketin serê çiyê, mêr çi kir?“, “Di nava sedemên derketina serê çiyê ya jinên Kurd de ji duh heta îro çi hatine guhertin?”, “Rolên kevneşop ên jin û mêr li çiyê çawa hatin jiyîn?”, “Jin li dijî van rolan bi çi rengî têkoşiyan?”, “Jinên Kurd çima ewqasî dilsozên Abdullah Ocalan e”, “Ji bo gerîlayên jin eşq tê çi wateyê?” tê dayîn. 


 STENBOL