Li Ranyaya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, welatî daxwaza pergaleke parlemanî dikin û diyar dikin ku divê serokatiya Herêma Kurdistanê li gorî parlemanê tev bigere û dibêjin, baweriya wan bi civîna 5 aliyan tineye.


´Erka serokatiyê ne partiyek e´

Welatiyê Ranya Karmend Ezîz derbarê mijarê de dibêje, pêwîst nake pergala serokatiyê weke berê be û wiha dewam kir: “Heta niha min ti hewldan ji bo çareserkirina qeyranê û pirsgirêkên civakî ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve nedîtiye. Berovajî gelek mal û milkên neteweyî û yên xelkê ber bi bayê çûye.”

Li gorî Karmend Ezîz divê serokatiya heyî di çarçoveya yasayî û di bin çavdêriya parlemanê de be û got: “Erka serokatiya Herêma Kurdistanê ew e ku welat birêve bibe ne hizb û partiyekê.”

 

´Di vê li parlemanê were hilbijartin´

Derbarê heman mijarê de çalakvanê medenî Hawrê Kastro got, pirsgirêka siyasî ya di navbera aliyan de ji ber lawazbûna fikr û îdolojiyan e. Kastro bal kişand ser girîngiya parlamentoyê û got: “Divê parleman welat birêve bibe. Ger sazî û dezgehên çavdêrîkirina yasayan hebe dikare van zêdegaviyên siyasî kontrol bike. Serokatiya Herêma Kurdistanê jî divê di parlamentoyê de were hilbijartin.”

 

´Civîn xisarkirina demê ye´

Osman Qadir jî dibêje, divê serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê parlemanê ve were hilbijartin û wiha dewam dike: “Niha behsa hilbijartinan tê kirin. Ji bo hilbijartinekê herî kêm 6 meh dem pêwîst e.” Qadir got, civîna aliyan a derbarê mijarê de wê ti encamê bi xwe re neyîne, ev ê demê bike xisar û PDK jî dibêje, her tişt bila li gorî dilê min be. 


 ROJNEWS / RANYA