Şervanê YPG’ê yê bi navê Koçer Botan bi temenê xwe 35 salî ye ji pêkhateya Ereb û ji bajarê Reqa yê Sûriyê ye. Botan beriya nêzî salekê beşdarî nava refên YPG’ê bû û der barê tevlîbûna xwe de dibêje: “armanca komên çete ji hatina Sûriyê pêkanîna komkujiyên li dijî welatiyên Kurd û Ereb e, ez ji ber vê yekê û ji ber ku YPG hêza hemû pêkhateyan diparêze, beşdarî nava refên wan bûm.”


YPG´ê hêza hemû gelan e

Koçer Botan got, dayîka wî Kurd e û vê yekê li pêşiya wî derfet vekiriye ku gelê Kurd û projeya wan ji nêz ve nas bike û wiha peyivî: “min rastiya YPG’ê û rêbaz û armancên wê di azadî û demokrasiyê de nas kir. YPG’ê paraztina hemû nişteciyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen dike, bêyî ku mafê kêmneteweyan piştguh bike û beşdarbûna hemû pêkhateyan di birêveberiya herêmê de, hişt ku ez bê dudilî wekî welatiyekî Ereb beşdarî nava refên YPG’ê bibim.”

YPG hemû gelan diparêze

Botan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku şervanên YPG’ê bi hemû hêza xwe parastina azadî û rûmeta gelê Sûriyê dikin bêyî ku cudahiyê bixin navbera pêkhateyan û wiha pêde çû: “em dibînin ku komên çete li dijî welatiyan komkujiyên qirêj pêk tînin û şervanên YPG’ê li hemberî van çeteyên hov li ber xwe didin û bi vê yekê hezkirina şervanên YPG’ê di nava welatiyên Ereb û Kurdên Sûriyê de gelekî zêde bû. Berxwedana YPG’ê ji her kesî re diyar e ku paraztina maf, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş e.”

Çete li dijî hevgirtina gelan in

Botan derbarê êrîşên çeteyan de got ku komên çete êrîşên xwe piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin zêde kirin û ev tişt gotin: “Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk banga jiyana hevbeş dike, ev proje metirsiyeke mezin li dijî hêzên paşverû û tarî û berjewendiyên wan e û ji ber vê yekê çeteyên xwe dişînin herêmên Xweser da ku destkeftiyên gelên Kurd û Ereban têk bibin û tevliheviyê di navbera wan de derbixin.”

Li pişt wan hêzên tarî hene

Botan derbarê beşdarbûna xwe ya pevçûnên li hemberî çeteyan de wiha da zanîn: “Ji dema ez beşdarî nava refên YPG’ê bûme de, ez beşdarî gelek şer û pevçûnan li hemberî êrîşên çeteyan bûm. Di demên pevçûnan de min dît ku çete derbarê hunera şer de tiştekî nizanin û hêzên li pişt wan wekî amûran bi kar tînin.” Botan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku beşdarî nava refên YPG’ê bibin û parastina axa xwe bikin. 

ANHA/KOBANÊ