Meşvanan alên YPG, YPJ, TEV-DEM, PYD û kongreya Star hil girtin û pankartên li ser wan nivîsandî “Bakur ne bi tena xwe ye.” û “Em xwerêveberiya Bakur silav dikin” di destê wan de bûn.
Dikandaran jî dikanên xwe girtin û gelek ji wan beşdarî meşê bûn. Piştî Meşê Hevserokê Meclîsa Gel a Qamişlo Feyroşah Remezan axivî û bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û got, gelê Rojava wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide berxwedana Bakurê Kurdistanê. Remezan da zanîn ku ew ê di derketina li dijî tundiya AKP’ê bi gelê Bakur re bin.
Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star a Qamişlo Henîfe Mihemed axivî û hikûmeta AKP’ê hişyar kir û got, divê dest ji êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd berde.
Henîfe Mihemed got, êdî gelê Kurd sînoran nas nake û got, “Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bisekinin.”
Meş bi diruşmeyên dilsoziya bi berxwedana Bakurê û YPS’ê re bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO