Rubin Mesûd Barzanî weke lîderekî sycophoancy´yê (sîstema şelafan li xwe dicivîne) bi nav dike û sernivîsa gotara xwe jî weke "berdêla sycophancy´yê" bi nav dike.
Rubin rexneyan li siyaseta birêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê digire û dibêje, tevî ku sîlehan yekser ji Îran û Ewrûpayê digirin û sîlehên di ser Bexdayê re tên şandin jî digihêjin wan; "Derewan dikin û dibêjin sîleh nagihêjin me". Li gorî Rubin sîlehên di ser Bexdayê re tên şandin li Hewlêrê di kewar û depoyan de ne ji bo ku di siyaseta hundir a Kurd de ji bo hêzê werin bikaranîn.
Rubin dibêje; "Diyar e ku hertişt li Kurdistanê û bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û bi veberhîneran re, ne li gorî dilê Barzani diqewime. Lê belê ew ecêbmayî ye; ev ecêbmayîn jî nîşana Şerxa Açîl* a dîtatoriyê ye: Syncophancy".
Li gorî Rubin, Barzanî "zilamên ji her tiştî re dibêjin, ´erê/rast e ez benî´ li dor xwe dicivîne". Li gorî Rubin kesên ku ji sedî sed ji tişta Barzanî gotî erê dikin weke dost û yên ku bi tenê ji sedî 90 tişta ew dibêje erê dikin jî weke dijmin tên dîtin. Rubin dibêje Barzanî û tevahiya malbata wî xwe dûrî milet kirine û êdî ji girseyên îdîa dikin nûneriya wan dikin qut û dûr in. Ji ber wê jî Rubin dibêje, rewşa siyasî û dîplomatîk şaş dinixînin û nikarîbûn bibînin ku Kongreya DYE´yê wê dana sîlehan a yekser red bike. Ew bi şelafên dora xwe û lobiyîstên xwe û qutbûna xwe a ji rastiyê xapiyan.
Rubin di heman demê de kontrola li ser medyayê û bi destê Masrûr Barzanî zextên li ser çapemeniyê jî bi bîr dixe û dibêje, ez naxwazim bi tenê Barzanî û Kurdan li vir derxim pêş, heman tişt ji bo Tirkiyeyê û Recep Tayip Erdogan jî lê ye.
Commentary yek ji kovaran e ku di siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn herî zêde xwedî tesîr bûye. Kovar di destpêkê de bêhtir çepgir jî be niha muhafezekar e û ji destpêkê ve platformeke ji bo rewşenbîr û akademîsyenên cihû li DYE´yê.
NAVENDA NÛÇEYAN