Dêr ´Emer yan jî Mor Gabriel yek ji wan şahidên hebûna Suryaniyan û diyaneta wan li ser erdên Tur Abdînê ye ku li nav Kurmancan bi navê Tor yan jî Tora Hevêrkan tê nasîn. Rêveberê dêrê gava ku îşaret bi wêneyên elaqedarî dîropka Suryaniyan û dêrê dike, dibêje, “Wêne temsîlî ne, lê gor rastî ne.”

METÎN YOKSU / MA / MÊRDÎN

Li Midyadê, rêber û dildarên Dêra Mor Gabriel a Suryaniyan, wêneyên Suryaniyan û dêrê nîşanî kesên diçin serdanê dêrê didin û dibêjin, “Wêne temsîlî, gor rasteqîn in” û bi vî awayî behsa êş û azarên bi ser Suryaniyan de hatî kir.

Dêra Mor Gabriel a Suryaniyan piştî mîladê sala 397’an li navçeya Midyadê ya ser bi Mêrdînê, hat çêkirin. Dêr, ji aliyê Mor Şmûel û Mor Şem´ûn ve bi keviran hatiye çêkirin û bi mîmarî û naqosên xwe balê dikişîne. Ev dêr ji şahidên dîrok û diyaneta Suryaniyan e li devera Tur Abdînê ku ji bo Kurmancên deverê Tor yan jî Tora Hevêrkan e.

Warê rahiban

Berê dêr bi navê Mor Şmûel û Mor Şemûn dihat nasîn, lê belê paşê gelek navên din jî lê hatine kirin. Her wiha navê Dayro d’Umro yanî Deyre-el Umur ku bi Suryanî tê maneya wargeha rahiban jî li dêrê hatiye kirin çawa ku li nav Kurmancên deverê weke Dêr ´Emer îro jî navdar e.

 

Gor li ber lingan in 

Li gorî rîwayetan, Rahib Mor Gabriel ku di navbera 634-668’an de jiyaye, çar mirî sax kirine û Suryaniyan gelekî jê hez kiriye. Lê belê, Mor Gabriel di wesiyeta xwe de xwestiye dema mir, li ber lingan bê definkirin. Li goristana ku deh hezar ezîz lê hatine veşartin, berê hemû ezîzan li hêla rojhilat e û hemû jî bi awayekî rûniştandî hatine veşartin. Tenê gora Mor Gabriel “li ber lingan” hatiye veşartin.

 

Piştî Moxol û Tirkan dîsa jî li ser pyan e

Rêberê dêrê û xebatkarê dêrê yê dildar, Kuryakos Acar, alîkariyê dike bi wan kesan re ku serdana dêrê dikin û ji wan re behsa jiyana Suryaniyan û baweriya wan dike. Her wiha Acar li gel vê, behsa êş û azarên ku hatine serê Suryaniyan jî dike. Acar wexta behsa dêrê kir, wêne jî nîşan dan û got, “Wêne temsîlî ne, lê gor rastî ne.” Bi vî awayî Acar destnîşan dike ku her çend nifûsa Suryaniyan kêm bûbe jî, lê bi hezaran sal in li vê xakê dijîn. Acar, diyar kir ku rojê 700 kes serdana dêrê dikin û got, “Ev hejmar li gor berê kêm e. Ji bilî gerê, dema hûn bixwazin werin vir, divê wesayîta we hebe. Mesela hin kesên tên serdanê, ji ber pêkanînan, dema dibihîsin dêr li ser rêya Şirnexê ye, dev ji hatinê berdidin.”

Acar, diyar kir ku di serdema qirikina Ermeniyan û Seyfo de û di dema dagirkeriya moxolan de dîwarên dêrê ên hin jê bi zêran hatine neqşkirin, hatine texrîbkirin, lê belê dîsa jî dêr heta niha li ser piyan maye û got, “Em dixwazin herkes vê dêra qedîm bibîne.”