
Maryam Şahînyan a ku sala 1915’an şahidiya qirkirina Ermeniyan kir, yekem wênegira profesyonel a jin e. 48 salan bi wênegiriya xwe ya ji dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wêne girtin, klîşe û kêlî nemir kirin. Sala 1996’an rehmet kir û nêzî 200 hezar wêneyî li pey xwe hiştin.
Yekem hunermenda wênegiriyê ya jin a profesyonel a Tirkiyeyê Maryam Şahînyan a Ermenî ye. Wê 48 salan wêne girtin. Maryam li Konaxa Şahînyan a Koşka Çamli ya Sêwasê sala 1911’an hate dinê. Kalê wê Agop Şahînyan Paşa di Meclîs-î Mebusan a Parlmaentoya Osmaniyan a ewil di 1877’an avakirî de bajarê Sêwasê temsîl dikir. Maryamê di temenê zarokatiyê de şahidiya qirkirina Ermeniyan kir û neçar ma tevî malbata xwe biçe Stenbolê. Bavê wê ji bo debara malbata xwe bike sala 1933’an de li Beyogluyê bû hevkarê Foto Galatasarayê. Maryam ku diçû dibistana Esayan, lîse jî li Lîseya Fransî ya Saînte Pulcherie xwend.
Alîkarî da bavê xwe
Maryam sala 1936’an, li studyoyê alîkariya bavê xwe dike. Dest ji lîseyê berdide. Maryam li ser wênegiriyê dixebite. Sala 1937’an aboriya malbatê li ser milê wê dimîne û studyoyê bi tena serê xwe dixebitîne. Maryam heta 1985’an studyoyê dixebitîne.
Prensîb neguhert
Maryamê ti car navber neda pîşeya xwe. Mekîneya wênegir a darî ya bavê wê piştî şerê yekemîn yê cîhanê ji malbateke ji Balkanan koç kirî, dewr girtî, bû mekîneya Maryam ya dewamkirina pîşeyê xwe li dijî teknolojiyê.
Maryamê bi saziya Kesên Bêkes, rahîbeyan re dibû alîkar û di seranserê jiyana xwe de xizmet da van. Her wiha bi saziyên jinan re jî ji nêz ve eleqeder dibû û ji wan hîç pere nedistandin.
Arşîvek mezin li pey xwe hişt
Maryamê di jiyana xebata xwe ya 48 salan de bi mekîneya wênegir a ji dema şerê cîhanê yê yekemîn mayî, 1139 qutî fîlmên negatîf û 200 hezar wêne bi cih kirin. Bi vê jî yek ji arşîvên herî mezin ên Stenbolê li pey xwe hişt. Maryamê di 1996’an de li mala xwe ya Kolana Şîşlî Hanimefendî wefat kir û gora wê li Gora Ermenî ya Şîşliyê ye.
ŞÛJIN / NAVENDA NÛÇEYAN