Endamên juriya Xelatên Wêne yên Cîhana Sony a 2017’an di nava deh kategoriyên sergiyan wêne ya “Şer û Koçberiyê” de, di kategoriya “Bûyerên Rojane û nûçeyên profesyonel” de wêneyê wênesazê Rihayê Paşa Îrmek hilbijart.
227 hezar wêneyên ji 187 welatan hatin pêşkêşî Xelatên Wêne yên Cîhana Sony a 2017’an. Wênesaz Paşa Îrmek ê ji Rihayê ye din nava lîsteya wênesazên profesyonel, vekirî, ciwan û xwendekaran a hatiye aşkerakirin de cih girt. Paşa Îmrek, wê ji bo Professional Current Affairs & News kategori û Xelatên Cîhana Sony a îtîbar ji bo navnasa “Wênesazê Salê” pêşbazî bike.
Xebatên Îrmek dê di 21’ê Nîsanê û 7’ê Adarê li Sony World Photography Awards a li Londrayê û Fuara Martin Parr 2017 di lîsteya kesên qezenckiriye de dê bê nîşandan.




Rewşa koçberan kêşand


Îrmek, diyar kir ku ji Tirkiyeyê tenê ew di nava kesên çûne fînalê de maye û pêvajoya kêşandina wêneyan got: “Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re min wêneyê koçberên ber bi Tirkiyeyê ve hatin kişandin. Ji ber polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê koçber bi rojan li cihên mayîn lê hene, man. Wê demê gelek kesan pê li mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Yên ez bûm şahid jî hene. Du bira û kurapek pê li mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wêneyan jî ew e. Beşek ji vê xebatê jî wêneyên koçber ên ku li konbajarên şaredariyê hatine bicihkirin. Piştî Kobanê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin veger çêbûn. Min wêneyên vegera wan û rewşa wan a di nava hilweşînê de kişandin. Di vê xebata min a 3 salan de min 10 wêne komkirin û ji pêşbirkê re şandin. Wêneyên min di beşa ‘Bûyerên Rojane û Nûçe’ de hatin hilbijartin. Di vê beşê de ji Tirkiyeyê tenê ez heme û ji welatên din jî 8 kes li fînalê ne.”
Navê kesên qezenc kirine dê di 21’ê Nîsanê li paytextê Îngîlterê Londrayê bên aşkerakirin. 

RIHA