Ev portreyê Yûsiv Begê Koşkê ye. Sala 1893´yan wêne hatiye girtin. Yê ku wêne girtiye jî Henry Finnis Blosse Lynch e; ew hem gerokekî Brîtanî ye û hem jî ji 1906´an ta 1910´an endamê parlamena Brîtanî bû ji bo devera bi navê Ripon. Ev wêneyê hanê jî di kitêba bi navê “Armenia: Travels and Studies (Ermenistan: Ger û Lêkolîn) sala 1901´ê li Londonê ji weşanên The British Library derçûye. Yûsiv Beg jî ji axayên Sipkan e ku hingê li gundê ser bi Agiriyê Koşkê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN