Li vê devera parêzgeha Silêmaniyê jin roja berbangê ne. Jin hemû pêwîstiyên malê bi dest û keda xwe dabîn dikin, hal dikin û çêdikin û bi vî awayî debara xwe û maliyên xwe dikin.
Yek ji van jinan jî Dilpak Murad e ku ji qaz, mirîşkê bigire heta bi sewal û dewaran xwedî dike. Dilpak bêrîvana bizin û çêlekên xwe ye: “Em rojê sê caran pez û dewarên xwe didoşin. Berhemên wek şîr, mast, penîr, lorik, keşik, dew û hwd em çêdikin. Herwiha em hiriya pez ji bo doşek û keja bizinê jî ji bo cil û bergên Kurdî û postên wan jî ji bo çêkirina meşkê û tiştên din bi kar tînin."
Lê ne bi tenê sewal û dewar, çandinî jî karê Dilpakê ye: “Em baxçeyên kartol, xiyar, bacan, bamiye û şînkahiyê datînin. Ev nêzî salekê ye ku êdî xelk pir girîngiyê bi berhemên xwezayî yên gund didin. Gundên xwe ava dikin.”
Lê keda Dilpakê jî weke jinên din ên gund ji bo karê navmalê û xweytiyê li zarokan jî bêpîvan pirr e.
MIHEMED HESEN/QELADIZÊ