
Li bajarê Perpignan ê Fransayê îsal 27’mîn festîfala navneteweyî ya wêneyan tê lidarxistin û wênegirê AFP’ê Bulent Kiliç jî hatiye vexwendin. Wêneyê şervanê YPG’ê yê li bajarê Kobanê di rewşek wêran kirî de hatî gritin, di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girtibû. Wênegir Bulent Kiliçserhetiya girtina wî wêneyî ji RojNewsê re vegot.
Festîvala navneteweyî ya wêneyan wê 29’ê Tebaxê destpê bike û heta 13’ê Îlonê dewam bike. Pêşangeha wêneyan wê di navbera saet 10.00-20.00’an de bedewam bike. Di navbera 14 û 18’ê Îlonê de, wê zêdetirî 10 hezar xwendekarên ji Fransa û Spanyayî serdana pêşangehê bikin.
Nûçegihanê wêneyan ê Ajansa Nûçeyan a Fransa (AFP) Bulent Kiliç ê li Sûriye, Iraq û Ukrayna wêne girtine jî beşdarî festîvalê dibe.
Serhatiya wêneyê Kobanê
Bulent Kiliç derbarê serhatiya wêneyê li Kobanê kişandî û ji bo wî tê çi wateyê, got: “Sala 2013’an şer derbasî herêmên Kurdan bû. Nêzî salekê ye jî zêdetir li derdora Riha û Dîlokê kar dikim. Piştî DAIŞ’ê dest bi revandina rojnamevanan kir, êdî em naçin Sûriyê. Em hewl didin tevgerên li ser sînor, koçberbûn û rewşa rûdide belav bikin. … Dema (şervanê YPG´ê) li ser banê avahiyeke li Kobanê dinêrî, dîmenê bajêr ê belav bûyî pir ecêb bû.”
Çarenivîsa şervanê YPG’ê yê di wêneyî de
Kiliç ragihand ku piştî du mehan ew şervanê di wêne de şehîd bûye û derbarê çawaniya girtina wî wêneyî de got: “Piştî ku şer li Kobanê bi dawî bû, me temaşeyî egera çûyîna wir kir. Cara yekemîn dema çûm wir, ji me xwestin ku em zû derkevin. Me şansê duyemîn bikaranî. Min di wê serdanê de jî hewl da biçim aliyê Rojhilat ê bajêr û li wir bajar bi temamî wêran bûbû. Li kolanan cenaze hebûn. Ji nişka ve li pêşiya min wesayetîk rawestiya, kamyonek Toyota bû. Şervanekî Kurd jê daket û çek di destê wî de hebû. Ji me re got, hun dikarin bigerin. Diviya bû em tedbîrên xwe wergirin, ji ber em nizanin ew kî ne jî. Piştre em ligel wan çûn çend cihan. Piştre me zanî li wir kesek tê nas kirin e. Piştre me jê xwest ku me bibin cihekî bilind ê bajêr. Wî jî gelek alîkarî da min, hevalek ji alîkariyê hez dikir bû. Dema mirov li ser avahiyeke bilind a Kobanê li bajêr temaşe dike, dîmenê bajêr yê belav bûyî wisa ecêb bû. Min wêneyekê wî girt. Piştre ev wêne li gelek welatên cîhanê di rûpelên yekemîn de cih girt û di kovaran de jî hat bikaranîn. Bû wek wêneyekî fenomen.”
Bulent Kiliç kî ye?
Sala 1979’an li bajarê Dêrsim ê bakûrê Kurdistanê hatiye dinê. Beşa rojnamevanî ya zanîngeha Egeyê qedandiye. Ji sala 2003’an ve li AFP’ê nûçegihantiya wênayan dike. Di pêşbirka World Press Photo-2014’an de, di kategoriya wêneyan de 2 xelat wergirt. Sala 2014’an ji aliyê Kovara Time û The Guardian ve weke nûçegihanê wêneyan ê sale hat hilbijartin.
ROJNEWS / SILÊMANÎ