Alî Zulfîkar dibêje, di pêşangehê de bi berhemên xwe ew siyaseta Merkel û Erdogan rexne dike. Di portreya Merkelê de mirov li ser berçavka wê li aliyekî Alan Kurdî, li aliyê din jî wan sîlehên ku Elmanya difiroşe Tirkiyeyê dibîne.
HASAN ELÎGUL / DUISBURG
Şêwekar Alî Zulfîkar bi pêşangeha xwe ya ji portreyên mirovan a bi navê “Hevrûyan” (Angesihter 5.0) li galeriya Komeleya huner a Duisburgê (Kunstverein Duisburg) bû. Pêşangeh bi resepsiyonekê li xelkê hat vekirin. Di pêşanagehê de 35 berhemên hunermendî cihê xwe digirin. Di nava wan de portreyê serokwezîra Elmanyayê Merkel jî heye ku rexneyan li peywendiyên wê bi dewleta Tirk re digire.
Meqamê Perwerde û Çandê yê Duisburgê weke sazî destek daye pêşangehê. Serokê vî meqamî Thomas Krutzberg, serokê Komeleya Huner a Duisburgê Herbert Gorba û ji kuratorên Kunstverein Duisburgê Jannine Koch jî di dema vekirina pêşangehê ya 17´ê Çile de peyivîn. Wan hem behsa hunerê Alî Zulfikar kir û hem jî pesnê helwîsta wî ya hunerî ya li dijî sansûrê da.
Rûyê mirovan weke nexşeyê ye
Alî Zulfîkar ji sala 2001’an ve li Kolnê xebatên xwe dewam dike. Ew bi karê xwe yê hunerî bi nasnameyên cihê yên civakê dadikeve, bi vî rengî ew wekheviyên wan xurt û darîçav dike. Bi ya wî hestên mirovan weke hev in, ew ha van hestan yanî “êş û hesretan” bi teknîka xwe ya ku bi ya çêtir wan nîşan dide, resm dike. Alî Zulfikar ê ji navçeya Entabê Çînçînê hatiye dinê, nexasim li Ewrûpayê li bêhtirî 170 pêşangehan derkete pêşberî xelkê hez ji hunerî dike. Berhemên di vê pêşangeha nû de bi navê Angesichter 5.0 (Hevrûyan 5.0) tên nîşandan.
Awiran dide ser ya esas
Kunstverein Duisburg a ku xweytiyê dike li pêşangahê dibêje, Alî Zulfîkar, bi teknîka xwe ya xas dînamekekê li dinya hunerî zêde dike, bi kalîteya xwe ya şirovekirinê û hunerî ew “Awiran dibe ser ya esas”. Serokê komeleyê Herbert Gorba got, Alî Zulfîkar, bi qelema reş, bi xîşk û nuqteyên xwe, pêre jî bi hin boyaxên xwe yên xas, dike ku ew hewar û gaziyên ji bo azadiyê hebin. Ew bi bîr dixe ku berhemên wî bi hawîrdorê, çandên cihê, tiştên ku em bi hestan di wan digihijin û êşê dadikevin.
Figurên siyasî
Hunermend Alî Zulfîkar jî got, ew di pêşangeha xwe de ji Efrîka, Emerîka û Ewrûpayê cih dide rûyên mirovan ên ku ji çandên cihê ne, xwedî serpêhatiyekê ne, hesret û evînên wan hene. Wî wiha dewam kir: “Min rûyên mirovan ên di pêşangehê de bi pirranî bi qelema reş li ser tuwalê xêz kirin.” Wî bi girîngî îşaret pê kir ku di nava berhemên wî de rûyên fîgurên siyasî jî hene: “Di vê pêşangeha min de berhemên min hene ku pê ez siyaseta Merkel û Erdogan rexne dikim.”
Rexnekirina siyaseta Merkelê
Di wêneyê Merkelê de mirov li ser berçavka wê li aliyekî Alan Kurdî, li aliyê din jî wan sîlehên ku Elmanya difiroşe Tirkiyeyê dibîne. Alî Zulfikar dibêje, çapemeniya Elman xwe li portreyê Merkelê kerr û kor dike û ji me re got, “Ya ku kir Merkel li bin guhê erdê bikeve, siyaseta wê ya şaş a Tirkiye û penaberan bû. Bila dev ji vê siyasetê berdê. Bi vî wêneyî ez rexneyan li siyaseta Merkelê ya bermaberî Tirkiyeyê digirim. Erdoganî li Elmanyayê jî gelek hunermend xistin ber çerxa sansûrê. Bi vî berhemî min şaşiyên siyasî yên Merkelê xêz kirin. Ya pêşî meseleya penaberan e. Yan din jî firotina sîlehan e. Di şeran de, di mirina zarokan de û di dagirkirina Rojava de tabloyeke dilê mirov bişewitîne derkete holê. Mirov mirin, bi hezaran mirovî di ser deryayan re xwestin xwe bigihînin Ewrûpayê, gelek ji wan mirin. Alan Kurdî jî yek ji wan e û ew bû sembolek. sîlehan difiroşin û kar dikin. Di heman demê de rê li ber çêbûna penaberan vedikin. Li ser daxwaza Erdoganî qanûnên xwe binpê dikin, hunermend û rojnamevanan sansur dikin. Bi sîlehên ew difiroşin, mirov tên kuştin. Sîlehan mefiroşin, bila zarok nemirin, Ev siyaset şaş e, faşîzmê xurt dike. Divê ev bi lez biguhere.”
Pêşangeh wê 16´ê Sibatê li hola Kunstverein Duisburgê în ûşemiyan ji saet 17.00´an heta 20.00´an rojên yekşeman jî ji saet 14.00´an heta 18.00´an li serdana xelkê vekirî be.
Heman pêşangeha Alî Zulfikarî wî Sibatê li Munsterê, Adarê li Hanauyê û Nîsanê jî li Wuppertalê bê nîşandan.