Ji ber ku hêza kêşanê ya dinyaya me welê kiriye heyv gava li dora dinyayê digere tenê rûyekî xwe şanî me bike, rûyê din her xef bike li me. Lê rûyê ku em dibînin jî her ji aliyekî din ve tava rojê lê dixe û li gorî roja heyvê kontrastên wêneyên wê diguherin. Wênegir Andrew McCarthy di ser hesabê xwe yê Instagramê de wêneyekî heyvê yê wisa parve kir û weke wêneyekî “ji ecêban” bi nav kir: ”Ev heyv dibe ku bi we hinekî ecêb xuya bike, sedema wê jî ew e ku ev wêneyekî ji ecêban e. Beriya bi du hefteyan min dest pê kir, ez wêneyên ji heyva şemî, min wêneyên kontrasta wan a herî xurt bijartin, min ew kirin rêz û li hev suwarkirin da ku zengîniya temamê ser rûyê wê nîşan bidim.”
Yanî wî wêneyên ji rojên cihê yên heyvê girtî li hev suwarkirine da ku kite bi kite çi li ser ruyê heyvê ji me ve xuya be, nîşan bide. Gava ew vê dike pîvana wî ew xeta jê re xeta “terminator” tê gotine, xeta di navbera aliyê ronî û yê tarî yê heyvê de. Li gorî wênegir, li wê xetê kontras gelekî xurt in û sî jî dirêj in. Encam axir ev wêneyên ji qewlê çêkerê xwe ve “ji ecêban e”.
NAVENDA NÛÇEYAN