Pêşmergeyek, çay, tiving û starek. Wênegirê Fransî Bruno Barbey ev wêneyê hanê sala 1974´an li Zagrosan girtiye. Pêşmergeyek tivinga wî li kêleka wî di stragehekê de rûniştiye û çayê vedixwe. Westa şoreşê û hêviya serketinê bi hev re di nava tariya rengan û rehetiya bîhnvedanê de xwe di wêne de didin der. Hingê hejmara pêşmergeyan teqrîben 45 hezar bûye. Hîna peymana Cezayîrê di navbera Iraq û Îranê de nehatiye mohrkirin û hîna piştî wê sala 1975´an Şahê Îranê Mohammed Reza Pehlewî ji Mele Mistefa Barzanî re bigota, em hew alîkariyê didin we. Mele Mistefa jî wê bi daxuyaniyeke hema piştî hevdîtina bi Şahî re aşê şoreşa duyem a Kurdên Başûrê Kurdistanê betal bikira.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Serdema Vegerê’
Desteya Çand û Hunerê şaxê herêma Efrînê li kantona Şehbayê klîbeke nû bi navê “Serdema Vegerê” çêkir. Klîb berxwedana şêniyên Efrînê yên li Kampa Veger nîşan dide. Klîb bi beşdariya Yekîtiya Rewşenbîran, mamosteyên Kurdî, hunermendên Efrînî, cotkar û desteka şêniyan hate tomarkirin.
Hunermed û endamê Navenda Çand û Hunerê Rêzan Bekir gotinên stranê nivîsandin. Amadekarî nêzî meh û nîvekê dirêj kir. Desteya Çand û Hunerê û komên muzîkê di rojên pêş de 2 klîbên nû wê derxin.
Rêzan Bekir îşaret bi kiryarên dagirkeran kir û got, “Şêniyên Efînê gelek êş û azar dîtin, di heman demê de xwe ji nû ve zindî kirin û me jî klîba bi navê Serdema Vegerê tomar kir.”
ANHA/ŞEHBA