Merasima ku pêr hate lidarxistin, gerîlayên HPG´ê, YJA Star, pêşmerge û xelkên herêmê amade bûn. 

Di merasîmê de wêneyên gerîlayên HPG’ê Talîb Mihemed (Armanc Kurd) û Mûslîm Mikaîl (Merwan Gezgûr) ku par di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, li ser rêya Kerkûk û Bexdayê hat danîn.


‘Ji bo parastina xaka Başûr hatibûn’

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê mamosta Elî Mihemed axivî û got: “Şehîd Merwan û Şehîd Amanc ku her yek ji beşekî Kurdistanê ne, ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê hatibûn. Ji bo ku em bi azadî û demokratîk bijîn, canê xwe feda kirin. Ev jî bermayê ramanên Rêber Apo ye ku îro gelê Kurd sînorê di navbera xwe de nas nake.”

Piştre jî li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Remezan Mecîd axivî. Mecîd, got: “Her weke çewan Şehîd Merwan û Şehîd Armanc sînor nas nekirin û ji bo parastina xaka pîroz a Kurdistanê canê xwe dan.”


Têkoşîna gerîla û pêşmergeyan silav kir

Piştre jî cigirê Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan ê Tûgaya 9’emîn ê herêma Daqûqê Ednan Hebîb axivî. Hebîb axaftina xwe bi silavkirina têkoşîna gerîla û pêşmergeyan destpê kir û got: “Şehîd Merwan û Şehîd Armanc ji bo parastina vê xakê li rex pêşmergeyan şer kirin û şehîd bûn.”

Di dawiyê de jî li ser navê Hêzên Parastina Gel (HPG) Heval Simko axivî û got; “Em weke gerîlayên HPG û YJA Starê, li hemberî her metirsiyeke li her parçeyê Kurdistanê li dijî gelê me çêbibe, amade ne ku gelê xwe biparêzin. Ji bo wê jî her hizba xiyanetê li xwîna şehîdan bike, dijminê gelê me ye.”

Mûslim Mikaîl (Merwan Gezgor) ku ji Bakurê Kurdistanê ye, par li gundê Wehde yê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Talîb Mihemed (Armanc Kurdo) ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, par li gundê Telwerdê di şerekî dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. 


ROJNEWS/KERKÛK