Xweza û bi taybet çiyayên Kurdistanê bala Carter gelekî kişandiye û wan dişibîne çiyayên Swîsrayê. Carter dibêje: ’’Di vê rêwîtiyê de ji bo min derketiye ku Kurd gelek ji Fars, Ereb û Tirkan cuda ne.’’ Carter dibêje dema çûye gel pêşmergeyan alîkarî xwestine û got: “Pêşmergeyan ji min xwestin ku ji Amerîkayiyan re bêjim çekên nû ji bo wan bişînin.’’
Carter wiha diaxife: ’’Niha jî gelek kes wiha dizanin ku ez ji bo CİA’yê kar dikim û wan ez şandime Kurdistanê, lê ez wênegirekî azad bûm û li ser daxwaza kovara Life çûme Kurdistanê.’’ William Carter aşkera dike ku demeke zêde hêzên Sawaka Îranê li pey wî bûn û xwestine wî bikujin.
WASHÎNGTON