
Piştî perwerdeya hate dan wêneyên ku ev zarok ên temenên wan di navbera 9-15'an de bûn kişandine bi 4 pêşangehên cuda hatin pêşandan. Zarokên wanî erdheja wanê êş û azara hatiye kişandin, alîkariya gel ku ji bo afirandina jiyaneke nû bi wêneyên xwe ve nemir kirin.
Pêşangeh ji aliyê Şaredara Sixkê Nezahat erguneş, Serokê BDP'a Sixkê Riza Sucaî, malbatên zarokên ku wêneyan kişandine û gelek kesên din ve hat ziyaretkirin. Erguneş kesên ku ji bo vê projeyê ked dane pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê projeyên wan ên bi vî rengî yên travmaya ku zarok ji ber erdhejê jiyane ji holê rakin berdewam bikin.
4 pêşengeh hatin vekirin
Yek ji koordînatorê projeyê Selîm Yildiz der barê projeyê de agahî dan û diyar kir ku ew bi qasî mehekê li Sixkê perwerdeya wênekişandinê dane zarokan û di encama vê perwerdeyê de jî zarokên tevli atolyeyan bûne 4 pêşangehan vekirine. Yildiz anî ziman ku erdheja kul i Wanê da bi xwe re xewn û xeyalên zarokan û lîstikên wan jî biriye. Yildiz balkişand ser ku proje bi alîkariya Galata Fotografhanesî, Nar Foto, Anadolu Kutlu û endamn Weqfa Fotografê pêk hatiye.
Selîm Yildiz bil êv kir ku ew armanc dikin ku di çarçoveya vê projeyê de perwerdeyê bidin 250 zarokabn û axaftina xwe wiha domand: "Li Sixkê ev bi qasî mehekê ye projeya me berdewam dike. Heta niha me 190 zarokan perwerde kir û her roja şemiyê jî wêneyên ku zarok kişandine em pêşandidin. Dema ku projeya me bidawî bû em wan wêneyan li bajarên din jî pêşan bidin. Dîsa di heman çarçoveyê de çend zarokên ku hatine niqandin em ê perwerdeya profesyonel a wênekişandinêdibin wan. Helbet projeya me bi tenê bi kişandina wêneyan û pêşandana wan bi sînor nîn e. Em ê wan wêneyên ku arok kişandine wekî pirtûkekê jî amade bikin û beav bikin."
Yildiz di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser ku ev ligel perwerdeya wênekişandinê, ji bo ku zarok psîkolojiya erdhejê ji ser xwe rakin çalakiyên cudatir j îme li dar xistin.
DÎHA/WAN