Di çarçoveya kampanya ya 'Sûrên Amedê di Rêya Unesco'yê de' Şaredarîya mezin a Amedê ji bo çapkirina hinek wêneyên Sûran û avahîyên dîrokî ên Amedê pêşnîyarî li Serkarîya Giştî a Posteyê a Tirkîyeyê kir. Pêşniyarîya Şaredarîyê, ji alîyê Rêvebirîya Postayê a Giştî a Tirkiye yê ve hate pejirandin. 4 wêneyên wênekêşê Amedî Mehmet Masum Suer û çend wêneyên din, li ser navê Şaredarîyê weke pûl hatin çap kirin. Li ser navê Şaredarîyê 12 hezar heb pûl hatin çapkirin. Hate ragihandin ku Serkarîya Giştî a Postayê a Tirkiyeyê (PTT) dixwaze ku ji van pûlan 350 hezar hebî li ser navê xwe ji çap bike. Li ser pûlan çap kirina wêneyên Mehmet Masum Suer, li Kurdistana Federal jî bi kêfxweşî hate peşwazî kirin û di rojnameya War a rojane ku li Duhokê tê weşandin de nûçeyek bi manşeta ‘Wêneyên Kurdekî li ser pûlên posteya Tirkîye ne’ cîh girt. 

AMED