Berdevkê çapemenî û têkiliyên derve yê Weqfê Shîler Amînî da zanîn ku armanca wan eve ku der barê rewşa girtiyên siyasî yê li girtîgehên Îranêne rayagiştî agahdar bikin û bi vê armancê jî gelek rêzeçalakî plankirine.
Amînî diyar ki ku weqf hedef dike ku di nava demê de bi girtiyên polîtîk yên welatên Rojhilata Navîn û bi taybet jî yên Tirkiye û Sûriyeyê re bikevin nava piştevaniyê û da zanîn ku di salvegera darvekirina Kamangar û 4 hevalên wî de dê konferanseke mezin pêk bînin. Amînî wiha pê de çû: “Di serî em dê rewşa girtiyên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê dimînin ji rayagiştî re ragihînin. Bi vê armancê em ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê agahiyan digirin bi kanalên wekê broşur, semîner û facebookê vê radigihînin. Weqf dê ne tenê li Fransa, Swêd û Iskandînavyayê, li gelek welatên Ewropayê çalakiyan pêk bîn eû her wiha di malpera înternetê ya www.kamangar.org de bi Kurdî, îngîlîzî û fransî agahiyan bidin. Divê hemû Kurd piştgiriyê bidin weqfê û her wiha der barê girtiyan de agahî û belgeyan jî ji rayedarên weqfê re ragihînin.
ANF/STOCKHOLM