Hevdîtina destpêkê bi komek ji parlameteran re pêk hat ku di nav de parlamenterên Îngilîz Joan Ryan û Cahterîne West amade bûn. Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê, Nûnerên KNK’ê û nûnerên Weqfa Jinê ya Roj jî beşdarî hevdîtina li parlamenta Îngilîstanê bûn.
Nûnera Weqfa Jina Azad Meîke Nack di civînê de li ser xebatên xwe pêşkêşkiyek kir û ji parlamenterên Îngilîz xwest ku hîn bêhtir bi berpirsyarî nêzî Rojava bibin. Nack bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û anî ziman ku ev ambargo jin, zarok bandoreke neyînî li her kesî dike.
Nûnera Weqfa Jina Azad Meîke Nack, piştî hevdîtinên sê rojan, duh êvarê li Zanîngeha SOAS’ê di panelekê d eaxivî.
Weqfa Jina Azad a Rojava, bi Weqfa Jinê ya Roj a li Îngilîstanê, International Free Women Foundation a li Hollanda û saziya jinan a li Elmanyayê ya bi navê Silava re dixebite. Agahiyên berfireh ên li ser xebatên weqfê ji navnîşanên www.weqfajinaazad.org an jî wjar2014int@gmail.com dikarin bên peydakirin.
ANF/LONDON