Di pirtûkê de ji bilî edîtoran, gotarên David Graber, Bill Weinberg, Pinar Ogunc, Havin Guneser, Salih Muslim, Jonas Staal, Murat Bay, Evren Kocabiçak, Nazan Ustundag, El-Errante û Paul Z. Simons hene. 

Ev pirtûka li ser Rojava ya pêşî ye ku bi gotarên xwe aliyên şoreşgerî û şoreşî dixe ber hûrnihêrîneke baldar û vî aliyê wê derdixe pêş. Weke mînak Dilar Dirik di nava çola cîhana kapîtalîst de berê awirên xwe dide wahaya Rojava û nexasim jî aliyê wê yê di kontrasta bi DAIŞ´ê re darîçav dike. 


 NEW YORK