
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo çalakiya nobetê ya li Strasbourgê ku wê di 19-25’ê Hezîranê de pêk were, banga tevlîbûnê li nûnerên hemû sazî û navendên civaka demokratîk ên li Ewrûpayê kir.
KCDK-E diyar kir ku di 25’ê Hezîranê de çalakiya nobetê dikeve sala xwe ya çaran lewra banga tevlîbûneke xurt kir.
Wekîlên HDP’yî
23’ê Hezîranê tevlî dibin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 23’ê Hezîranê wê bi beşdariya wekîlên HDP’yî, dostên biyanî û Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û bang li hemû Kurdistanî, welatparêz, demokrat, rewşenbîr, jin û ciwanan hat kirin da ku tevlî çalakiyê bibin.
Di dewama daxuyaniya KCDK-E de bal hat kişandin ser plana qirkirinê ya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd xistiye meriyetê û hat gotin, “Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin. Dewleta Tirk ku jê heye bi tecrîdkirina Rêber Apo dikare gelek tiştan bike, zêdeyî salekê ye li Îmraliyê tecrîdê her dişidîne. Erdogan û AKP, tecrîdê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê weke amûreke şantajê bi kar tîne. Erdogan/AKP hem pêvajoya aştiyê ji holê rakir, hem pêşî li şerekî dijwar vekir, hem jî tecrîda li ser Rêber Apo giran kir.”
Dikeve sala xwe ya 4.
KCDK-E bibîr xist, nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e û destnîşan kir, tecrîd tê wateya şerekî dijwar ê bêdawî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve agahiyê ji Ocalan nagire, lewma di nava fikaran de ye û hat gotin, “Ji ber vê yekê, çalakiya ‘Em ji bo azadiya Serok Apo nobetê digirin’ ku di 25’ê Hezîranê dikeve sala xwe ya 4. bêhtir watedar dibe. Çalakiya nobedê ya beriya niha bi 4 salan li ber Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û CPT destpê kir, bi rengekî bênavber dewam dike. Her hefte 5 kes nobedê digirin. Ev çalakî wê heta azadiya Serok Apo dewam bike. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û dostên wan wê hîn bêhtir xwedî li çalakiya nobedê derkevin û têkoşînê mezintir bikin.”
Banga tevlîbûnê hat kirin
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji bo azadiya Serok Apo pêwîstî bi bêhtir têkoşînê, bêhtir çalakiyê, bêhtir tevgerê heye. Serketina xweseriya demokratîk, serketina têkoşîna Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex û herêmên din ên Kurdistanê, bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, di sala 4. a çalakiya ‘Em ji bo azadiya Serok Apo nobetê digirin’ de nûnerên KCDK-E, hemû sazî û navendên civaka demokratîk wê di navbera 19-25’ê Hezîranê de beşdarî çalakiya ‘NOBETA TAYBET’ a hefteyekê bibin. Di 23’ê Hezîrana 2016’an de wê bi beşdariya wekîlên HDP’yî, dostên me yên biyanî û Tirkiyeyî daxuyaniyeke girseyî ji bo çapemeniyê were dayîn. Em bang li Kurdistanî, welatparêz, demokrat, rewşenbîr, jin, ciwan bi kurtasî her kesê dixwaze Ocalan azad bibe, dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin.”
ANF/STRASBOÛRG