Li navçeya Dêrsimê Xozatê wêneyê werşeqekî hat girtin tevî nêçîra wî ku roviyek bû. Herçî werşeq in ji ber ku li ber nemanê ne, di nava wan cûreyên heywanên parastî de ye. li gundê Inkoy a Xozatê, welatiyê bi Ozer Ataş bi telefona xwe ya destan wêneyê vî werşeqî girtin.
Werşeq roviyek ji xwe re kiribû nêçîr û piştî ku goştê wî xwar jî, ji ber ku dît wêneyên wî tên girtin ji deverê çû.
NAVENDA NÛÇEYAN