Koçerên ji gundê Pêşdere Reqe ya ser bi navçeya Qeladiz a herêma Raperînê di werza Biharê de koçî binarê Qendiîl dikin. Di destpêka vê mehê de dest bi birîna lawirên wek mih û bizinan dikin. Her wiha behsa çed sûdên vê birînê jî tê kirin. Koçberên ku karê birîna lawiran dikin anîn ziman ku her roj alikariya malek du malan dikin û diyar kirin ku salên derbasbûyî beriya şerê DAIŞ’ê hiriya lawiran ji bo firotinê dişandin Sûriyê. Lê niha ji ber sedama nebûna kargehek ristin û çinînê li Kurdistanê berhemê hiriya lawiran yan tê avêtin yan jî bi pereyek kêm ku nabe heqê westana wan jî tê firotin.

Birîna mû û hiriya li ser lawiran dibe sedem ku zexim bibin û nexweşiyên wan jî kêmtir bibin. Her wiha hiriya mihan jî ji bo libas, mafûr, kulavê şivanan û doşekê tê bikaranîn. Mûyê bizinan jî ji bo çêkirina konê reş, cilên Kurdî, gureyên rîs û kej tê bikar anîn. Wek ev koçerane dibêjin, her dema ku berixbirînên bi vî awayi hebin, ji ber ku westana wê zêdeye divê bi komî kar bikin. Jin jî ji vî karê bi komî ne bê parin. Ew jî ji serê sibehê ve rabûne û bi çêkirina xwarinê mîjûl dibin. Ew jî karê xwe bi awayek komî bi rêve dibin.


 MIHEMED HESEN / ROJNEWS / QELADIZ