Fîlma Demsala Kerkedan piştî ku beşdarî li sînemaya cîhanê de kir, gelek xelatên girîng wergirtin. Film niha ji aliyê çirketa belavkirina filman a Brezîlî Imovisionê ve li 29 sînemayên wî welatî li bajarên Sao Paolo û Rio de Janero li sînemayan tê nîşandan. Bi ser de jî hezkerên hunera sînemayê piştevanî li filmê kirin û film bû mijara nûçe û rexneyên sînemayî di dezgehên ragihandina Brezîlî de.

Pêncemîn berhema Behmen Qubadî tê de aktorên navdar ên weke Monica Belucci ya Îtalî û Beren Saat a Tirk rola sereke dilîzin, û piştî ku ew film li gelek festîvalên sînemaya cîhanê beşdar bû gelek xelat wergirtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN