Wesaît jî yên tê de jî tine bûn

Haberleri —

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku gerîlayan 3’yê Cotmehê li Bazîdê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk rûxandiye, di vê çalakiyê de 11 esker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. Di çalakiya 4´ê Cotmehê ya li Çelê de jî 2 esker hatine kuştin.

Li ser çalakiya li Bazîdê, HPG´ê ev agahî dan: “Hêzên me 3’yê Cotmehê saet 07:30’î li dijî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Agiriyê Bazîdê çalakiyên hemwext kirin.

Hêzên me yên YJA Starê, li dijî wesayîteke zirxî ya tîpa Kîrpî ku hêzên veşartî têde bûn û ber bi Qereqola Gurbûlakê ve diçû, çalakiyek kir. Bi çalakiya ji nêz ve û bi xurtî li hedefê xist, wesayît bi temamî hat rûxandin.

13 esker hatin kuştin

Hêzên me dîsa girên ewlekariya Qereqola Vedat Ozkaya û Qereqola Ayî Beg kirin hedef û çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper, kozik û wesayîtên zirxî yên li herdu giran hatin xistin, tankek û wesayîteke zirxî û cîhaza radarê li ser wê hatin rûxandin. Di van çalakiyên hemwext de bi qasî hate zelalkirin 11 esker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.”

HPG´ê got, 4’ê Cotmehê saet 12:30’î gerîlayan li Girê Xergol ê ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çalakiyekê kozik û çeperên artêşa Tirk a dagirker kirine hedef û 2 esker kuştine.

 

ANF/BEHDÎNAN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.