Weşanên Lîsê sê wergerên nû weşandin, yek ji wan berheman çîrok, yek roman û yek jî helbest e ku xwendevanên Kurdî wê karibin wan bixwînin.

"Dayîk Amîda" ya Şeyhmus Diken, "Hespên Reş Bayên Sorgevez" a Burhan Sonmez û "Teyrikên Jirêketî" a  Rabindranat Tagor ji Weşanên Lîsê derketin.


"Dayîk Amîda"

Şehmus Diken ê Amedî, bi dehan salan e li ser Amedê dixebite, lêkolînê dike û dinivîse. Pirranî nivîsên wî bi Tirkî ne, carinan jî bi Kurdî. Pirtûkên wî ji bilî Tirkî li zimanên din jî hatine wergerandin. Niha yek ji wan li Kurdî hat wergerandin û ji Weşanên Lîsê derçû. Pirtûka wî ya çîrokan “Dayîk Amîda”ya bi wergera Mem Wenda gihîşt ber destên xwendevanan.

Bi vê berhemê nivîskar bi destê xwendevanên xwe digire û wan li kuçe û kolanên zarokatîya wî digerîne. Dildarê Amedê Diken, di vê rêwîtîyê de dîrok û serpêhatîyên bajarê dêran radixe ber çavan û ji çand û folklora wê, çêj û şopên li ber wendabûnê bi xwendevan dide tehmkirin. 

Dayîk Amîda, jîyana zarokên do û hêvîya ê sibê ye. 


“Hespên Reş Bayên Sorgevez”

Çapa “Hespên Reş Bayên Sorgevez” a  Burhan Sonmez Bi Wergera Xelîl Semed jî ji Weşanên Lîsê derçû. Herkes xwedîye razekê û gunehekî ye. Zilamekî bêxew di nav goristan û peravên mirinê re dibuhure û hewl dide ku xwe bi jîyanê ve girê bide. Jinika ku “pirtûka razan” bi xwe re digerîne, ji helbestên bêguneh bawer dike. Rojekê zilam û jinik li ser pira şikestî ya qederê li hev rast tên. Jinik li fala pirtûkan dinihêre, zilam ji xwe re stranên deştê dinewhire. Hespên Reş Bayên Sorgevez vegêrana xwe li erdnîgarîyên cuda ava kiriye. Jîyanên balkêş hene di romanê de ku li deşta Haymanayê, Tehran û li Cambridgeê derbas dibin. Sönmez, bi pêla bayê sor, gelek lehengan bi hostetî tîne ba hev. Lehengê romanê Branî Tawo, wekî penaberekî sîyasî li Cambridgeê dijî. Nexweşaya wî ya bêxwewîya kronîk û xemgînîya sirgûnê, wî her bi welatê wî Haymanayê ve girê didin. Di vê navberê de Ferûzeha Îranî ku bi kerlalî dikeve jîyana wî, ji bo wî dibe hêviyek. Bi vegêrana ku di navbera Haymana û Cambridgeê de dihere û tê, di navbera rabihurî û siberojê de pirekê ava dike. Mirov dikare romanê wekî dubendîyekê jî bixwînin, dubendîyek di navbera jiyanên li bajêr ku ber bi derve ve çerx dibin û jiyanên gund ku bi ber hundir ve dicivin: 


“Teyrikên Jirêketî”

Pirtûka din a vê rêzê jî “Teyrikên Jirêketî” ya Rabindranat Tagor e ku bi Kurdîya Omer Resûl û Erebîya Dimitri Avgeherinos ligel îngilîzîya xwe bi sê zimanan ji aliyê Lîsê ve hat çapkirin.

Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagor pendine jiyanî bi awayekî helbestî û felsefeyî yê kûr pêşkêş û berbiçav dike, ew yek danheva serpêhatîyên wî ye, ên dagirtî bi jîyanê di jîyanê de. 

Meraqa wî ya herî kûr û aza tê de ew bû ku dîmena heyîna mirovane ya gelemper di ser hemû êşên xwe re berz û bilind bike, ew yek jî bi bişaftina bîsteka jîyanî, di rêya gotinê re, di kovika bawerîyeke kûr bi mirov û bi heyînê wekî hev tek bi tek de. Ew xem û meraqa ku piranîya hîndekarî, felsefe û olên dêrîn li dorê diçûn û dihatin dirêse. 

Bi pendên xwe yên kûr û bi helbestên xwe yên rengereng mîna keskesorê, Tagor xwendevên li ser baskên firindeyên xwe yên jirêketî dike û xwendevên li windageha nîgaşdanka jîyana mirovan a kambax digerîne, bi hêvîya ku pareke xwendevan ji çakzanîya wî ya deryayî hebe! 


 AMED