Weşanxaneyek ji bo folklora Kurdî
BÎLAL GULDEM / MA / AMED
Weşanxaneya Wardozê ya ku pirtûkên folklora Kurdan çap dike, gelek xebatên girîng dike. Hem berhemên nû yên li ser folklora Kurdan diweşîne û hem jî mîna 4 berhemên Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ên di zargotin û folklora Kurdan de girîng ji nû ve çap kirin. Ji edîtorê weşanxaneyê Bahoz Baran got, ew ji bo folklora Kurdan xizmetê dikin û folklora Kurdan wek behreke bêbinî pênase kir û ew ê di nav behrê de xebatên folklorê bikin.
Weşanxaneya Wardozê ku nû ye, ji hêla nivîskarên li ser folklora Kurdan dixebitin, hatiye damezrandin. Weşanxane bi gelemperî pirtûkên der barê folklorê de çap dike. Her wiha weşanxane li ser wêjeya Kurdî jî disekine û pirtûkan çap dike. Weşanxaneyê pirtûkên bi navê “Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan” a nivîskar û berhevkar Celîlê Celîl û Gulê Şadkam, “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” ya nivîskar Celîlê Celîl, “Gotinên Pêşiyan” a nivîskar û berhevkar Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl û “Çima Deve Xeyîdî?” a nivîskar Celîlê Celîl ji nû ve çap kir. Beriya niha dema weşanxane hêj nû vebûbû jî 10 pirtûkên li ser folklora Kurdan çap kiribûn.
Ji edîtor û berpirsên Weşanxaneya Wardozê, Bahoz Baran der barê xebatên weşanxaneyê de axivî.
Berhevkariya folklora Kurdan
Baran destnîşan kir ku wan weşanxaneya xwe li ser berhevkirina xebatên folklorîk a Kurdan ava kiriye û got; “Diviya xebatên folklorê ne niha beriya niha bi 50-60 salan bihata kirin. Heke ev xebat bihata kirin, belkî em îro li cihekî din bûna. Çunkî em çi didin ber xwe, em vedigerin folklorê. Em bixwazin xebateke termînolojîk a qadekê bikin, em dibêjin ka xelkê çi gotiye. Em ji bo zarokan çi xebatê amade bikin, em dibêjin ka xelkê çi gotiye. Di her qadê de em berê xwe didinê ka xelkê çi gotiye, û ji wan sûdê werdigirin.”
Weke behreke bêbinî ye
Baran da zanîn ku Kurdan ji ber ku pergalek ava nekiriye, tiştên xwe qeyd nekirine û saziyeke wan a folklorê li bakurê Kurdistanê nîne her tiştê wan belawela ye û wiha domand; “Me jî xwest li ser rêbazeke birêkûpêk li Bakurê Kurdistanê pêşengiya vî karî bikin. Ji ber ku li parçeyên din ên Kurdistanê xebatên folklorîk hene. Lê hema mirov dikare bibêje li parçeyê bakur qet nîne. Li qada bakur gelek tişt hene, lê belê gelekî belawela ne. Folklora kurdî wek behreke bêbinî ye. Me xwest bi weşanxaneyeke wiha, xwe berdin binê behre.”
Tenê bi Kurdî
Baran diyar kir ku ew li gel xebatên folklorîk, cih didin xebatên wêje, zanistî û dîrokî jî û ew pirtûkan tenê bi zimanê Kurdî çap dikin.
Baran pirtûkên li ser çand, folklor û zimanê kurdî bi tirkî jî tên nivîsandin rexne kir û got, “Dema em bi giştî bala xwe didinê, pirtûkên lêkolînê bi zimanê Tirkî hatine çapkirin. Ev jî dibe sedema malxerabiya Kurdan. Divê mirov xwe ji vê tiştê xelas bike. Heke, baweriya mirov bi zimanê mirov tine be, mirov nikare van kar û baran jî bike. Lewma jî wek prensîb, me got ‘çi dibe bila bibe em ê her tim bi Kurdî çap bikin.’ Dema me got kurdî jî, em qala Kurdiya organîk dikin. Em sê heval in û ji bo xema folklorê me dest bi vî karî kir.“