
Tevî asîmîlasyona dijwar a serdestan jî her roja derbas dibe, xwendevanên Kurdî zêde dibin. Hejmara pirtûkên Kurdî ya salane jî gihiştiye merheleyeke girîng. Bêguman zêdebûna pirtûkan û weşanxaneyan tevî aliyên erênî gelek pirsgirêkên nû jî bi xwe re anîne.
Standartên weşangeriya Kurdî di tercîhkirin û weşandina pirtûkan de çênebûye. Heke mirov li sedema vê yekê binêre, bi rehetî dikare bêje weşanxaneyên Kurd nebûne sazî û dezgehên piralî. Çêtir e mirov bêje ji bilî çend weşanxaneyan, sazî û sazûmanî tune ye, lê kes û kesayetên vî karî dikin hene. Ji ber ku nebûne sazî, piraniya weşanxaneyên Kurdî ne domdar in û piştî dijwariya mijarê dibînin, dest ji kar berdidin.
Nivîskariya bi pere
Pirsgirêkeke mezin jî ew e ku piraniya weşanxaneyan bêpivan in û gelek caran bi pere pirtûkên bê qelîte çap dikin. Ya ji vê yekê jî balkêştir ew e ku gelek weşanxane, xwe bi çapkirin û firotina pirtûkên xwe li ser piyan nagirin. Ango xwe bi pereyê ji niviskaran distînin li ser piyan digirin. Ji ber vê feraseta kambax û xirab 'yê/ya xwedî pere dikare bibe xwedî pirtûk jî.' Gelek pirtûkên bi vî awayi derketî hene. Bi vî awayî hejmara niviskaran zêde dibe lê qalîteya berhemên ku derdikevin kêm dibe û dibe sedema jarî û qelsiya weşangeriya Kurdî.
Pirtûkxaneyên ku bi pereyê ji nivîskar standî pirtûkê çap dikin hene. Nizanim ka li devereke din a dinyayê ev yek heye an na. Lê ji bo rewşên wiha mirov bi rehetî dikare bêje ku qaîde û pîvana çapkirina pirtûkê dibe pereyên nivîskar. Di rewşeke wiha de mirov nikare behsa naverokek têr û tije jî bike. Dema pîvan bibe pere, wê demê edîtor, desteya weşanê û weşanger jî dibe pere. Ev yek bi tenê bandorê li ser naveroka pirtûkên hatiye weşandin nake, çend encamên din jî bi xwe re tîne. Bo mînak; dema yê dewlemend pirtûka xwe weşand, li aliyê din dibe ku nivîskarên xwedî hunerek hêja lê feqîr û hejar nikarin bê pere pirtûka xwe bidin weşandin. Jixwe gelek caran jî wisa dibe. Yekê dewlemend dikare di salekê de çend pirtûkan çap bike, yê desteng jî bi salan li bendê dimîne ku weşanxaneyek li ber bê da ku pirtûka wî/wê biweşîne.
Pirtûk nayên belavkirin
Dema pirtûk bi perspektîfa firotinê neyên çapkirin, nayên belavkirin jî. Çapkirin û weşandina bi sponsoriya nivîskar gelek encaman li gel xwe tîne. Encameke vê rewşa kambax ew e ku weşanxane nakevin derdê belavkirin û firotina pirtûkên bi pereyê nivîskar hatine çapkirin. Vêca gelek pirtûk wekî heyî di depoyan de dimînin.
Kêmasiya rexnekiran
Ji ber ku rexnegir û rexnekirên pirtûkên bi Kurdî nînin (an jî pir kêm in) û lijneyên weşanê yên ku diyar bikin kîjan berhem hêjayî weşanê ye kîjan jî nexwedî naveroka çapkirinê ye gelek caran pirtûkên bêqalîte tên çapkirin. Heta trajîkomîk e lê lazim e bê gotin ku hin kes bi tenê ji bo pirtûkên xwe çap bikin, weşanxane ava kirin. Lewre gelek weşanxane bi awayekî xwezayî hatin girtin. Pirsgirêk ew e ku bingeha rexneyê di weşangeriyê de tune ye. Tunebûna rexneyê pêşveçûna weşangeriya Kurdî birîndar û leng hiştiye. Balkêş e, an rexne wekî êrîş û heqaretê tên fêmkirin, an jî wisa bi baldar li ber çavan tên girtin ku hebûna niviskar bêwate dimîne.
Di nava vê alozî û kêşmekêşiyê de pirtûkên bi qedirbiha jî qîmetê xwe winda dikin û di nav de winda dibin. Ji ber ku çavkanî ne gel û daxwazên gel in, li gorî hesab û bazaran tên çapkirin, piraniya pirtûkên çapkirî di depoyan de dimînin. Ev yek dibe sedem ku berhemên nivîskarên Kurd jî negihijin gel.
Astengiyên aborî
Ji ber asîmilasyona dijwar xwendevanên Kurdî li gorî Tirkî û zimanên din kêm in. Di vê mijarê de pirsgirêka mezin ew e ku ji bo pirtûkên Kurdî bên çapkirin, yên Tirkî çap dikin û bi wî rengî Kurdî fînanse dikin. Ji bo parastina zimanê dayikê weşanê dike lê di warê aborî de xwe bi Tirkî li ser lingan digire.
Dewlemendiya mijaran
Li Kurdistanê dewlemendiyeke mezin a leşkerî, civakî, çandî û dîrokî heye ku bibe mijara hemû cure berheman. Lê nivîskar di vegotina destanên qehremaniyê de kêm dimînin û heke binivîsinin jî dereng tevdigerin. Kurdistan qadeke xam e û hemû kes ji vê kaniyê têr vedixwe. Lê Kurd di vegotina vê heqîqetiyê de qels dimînin.
Mijar û çîrok tên qetilkirin
Bêguman pêwîstî bi lehengên balkêş û analîzên kûr ên binhişî jî heye. Tiştên seranser, bûyerên ji rêzê û diyalogên tu kûrahî û wateya wan a felsefî, civakî û hizrî nebe piştî demeke din xwendevanan aciz dikin û lewre jî rêjeya xwendina romana Kurdî hindî kêm, ew qas kêmtir dibe. Jixwe ne mimkûne ku di çîrok û romanan de hemû gotin peyaman di nava xwe de bihewînin û carna ji bo girêdana bûyerê bêguman hewcehî pê heye ku hêmayên ku di nava bûyerên esasî de bi tenê rola pirekê bilîzin dibe ku hebin. Lê qet nebe divê di her rûdan û bûyerekê de balkêşî û ecêbiyeke ku xwendevan dixe nava hizrîn û mereqê jî hebe.
Lê di salên dawî de em dibînin gelek nivîskarên Kurd bûyerên ku her yek ji wan dikarin bibin wesîleya çend romanan, bi carekê xerc dikin. Û cihê mixabiniyê ye ku ew rêbaz, metod û awayê ku çîrokê pê vedibêje pir ji rêzê ye. Ji ber vê çendê jî pirtûka hatiye nivîsandin dibe cînayetek û nivîskar jî dibe kujerê mijarê.
Taswîr û wêjeya ji jiyanê dûr
Gelek caran bi fikara ‘bila nivîs wêjeyî be’ teswîrên ji jiyana rastî dûr û ji zimanê civakê yê rojane veder di romanan de cih digirin. Rewş tê wê astê ku li hemû Kurdistan û cîhanê bigerî rastî zimanekî wisa nayê. Ev yek jî yek ji hêmayên girîng e ku tesîrê li xwendevanan dike da ku ji pirtûkên Kurdî sar bibin.
Yek ji sedemên esasî ya kêmasiya naverokê jî kêmbûna xwendevanan e. Nexwendina berhemên Kurdî û bêeleqedariya ji bo wan, dibe sebeb ku weşanger û nivîskar motîveyî karê xwe nebin.
Wekî encam hêjayê gotinê ye ku di weşangeriya Kurdî de pêşketinên girîng hene, lê tevî vê serkeftinê jî berhemên Kurdî û nivîskariya Kurd hêj negihiştiye heqîqet û dewlemendiya civaka Kurdistanê. Ew qada xam û dewlemend li benda nivîskarên xwe ye û berhemên hêja li benda weşangerên xwe yên micid in. Her wiha pirtûk û weşanxane jî li hêviya xwendevanên xwe yên bi mereq û hilbijêr in.
TAYÎP TEMEL